Cenazeyê Demîrkaya ya YPJ’î rêkirin Ebaxê
Cenazeyê Demîrkaya ya YPJ’î rêkirin Ebaxê
Cenazeyê Demîrkaya ya YPJ’î rêkirin Ebaxê
Cenazeyê şervana YPJ'ê Fadîme Demîrkaya (Jînda Delîla) ya di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê anîbûn Amedê di re de jiyana xwe ji dest da, ber bi navçeya Ebexê ya Wanê ve hate oxirkirin.
Şervana YPJ'ê Fadîme Demîrkaya (Jînda Delîla) ya di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayîta bombebarkirî ya li hemberî Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê 29'ê Mijdarê bi giranî birîndar bibû. Şervana YPJ'ê Demîrkaya dema ku duh ji bo dermankirinê ji Rihayê dianîn Amedê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîrkaya anîn morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle û li wir otopsiya wê hate kirin. Piştî karên otopsiyê malbatê cenazeyê keça xwe teşhîs kirin. Malbatê cenazeyê keça xwe ji morgê wergirt. Di dema wergirtina cenaze de Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, hevşaredarê Rezan û Peyas, hevşaredarê Ebexê, rêvebirên DBP'ê yên Amed û navçeyan û rêveberên DBP'ê ya Wan û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, endamên MEYA-DER'a yên Amedê û Wanê amede bûn.
Piştre cenazeyê Demîrkaya yê bi kesk, sor û zer hat xemilandin ji aliyê jinan ve hate wergirtin, bi tilîliyan, dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" li wesayîta cenaza a Şeredariya Bajarê Mezin a Wanê siwar kirin û ber bi navçeya Ebexê ya Wanê ve hat oxirkirin. Cenaze ji Amedê bi konvoyeka ji dehan wesayîtan pêk te heya ser rêya navçeya Hênê ya Amedê birin. Wê cenazeyê Demîrkaya li gundê Çayir a navçeya Ebexê ya Wanê bê definkirin.