Cenazeyê Çavmak ji bo otopsiyê birin Colemêrgê

Cenazeyê Çavmak ji bo otopsiyê birin Colemêrgê

Cenazeyê zarokê binavê Mugdat Çavmak yê duh madeyê teqemeniyê pêve teqiya û jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh li derdor seet 21.00'an zarokê bi navê Mugdat Çavmak (14) ê ku ji bo pançar komkirinê çû Girê Ramon ê ku berê qereqola seyar lê diman ya devera Doskiyan ji ber madeyê teqiya jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çavmak ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hate hînbûn ku, piştî karên otopsiyê dê cenazeyê Çavmak li Goristana taxa Ormanê bê definkirin.