Cenazeyê 3 şervanan ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyê 3 şervanan ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyê 3 şervanan ji aliyê hezaran ve hatin oxir kirin
Cenazeyên 2 jê şervanên YPG’ê û endamek yê hêzên asayîşê ên di encama êrîşên komên çete de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran kesî ve hatin defin kirin.
Li Serêkaniyê bi hezaran kes di seetên piştî nîvro de li ber Nexweşxaneya Serêkaniyê ku cenazeyên şervanên YPG᾿ê Enes û Şiyar yên di encama êrîşêk komên çete ên Cebhet El Nesra li gundê Til Xelef ya li ser benda kontrola YPG᾿ê jiyana xwe jidest dabûn lê hatbûn bi cih kirin, hatin cem hev.
Welatiyan tevî ku baran bi dijwarî dibariya jî cenazeyê şervanên YPG᾿ê ji aliyê girseyê ve li ser milan hate hilgirtin û di nava kolanên bajêr de gerandin. Welatiyan bê navber siloganên ku berxwedana YPG᾿ê û şehîdan silav dikin qîriyan. Piştre cenaze bi karwaneke wesayîtan ber bi Dirbêsiyê ve hat oxirkirin.
Li Dirbêsiyê merasim ji şervanên YPG᾿ê Enes, Şiyar û endamê Asayîşê Îbrahîm Salih Hisên ku li Til Temir di encam êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest dabû, hate lidar xistin. Merasim bi beşdariya Desteyta Bilind, Saziya Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û saziyên sivîl hate lidar xistin.
Piştî ku merasim bi dawî bû, cenazeyên her 3 şervanan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rûstem ve hatin oxirkirin û li vir ji aliyê bigirseyî sipartin axê.