Cejna Zimanê Kurdî li 4 navendan hat pîrozkirin
Cejna Zimanê Kurdî li 4 navendan hat pîrozkirin
Cejna Zimanê Kurdî li 4 navendan hat pîrozkirin
Li Edene, Şirnex, Wêranşar û Qoserê bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahî hatin lidarxistin.
Di pêşengiya TZP-Kurdî, KURDÎ-DER û saziyên sivîl ên civakî de li Wêranar, Şirnex, Edene û Qoserê şahî hatin lidarxistin. Li navenda Etutê ya Şaredariya Wêranşarê, Navenda Etutê ya Mehmet Yalçin a Şaredariya Qoserê, li Salona Dawhete ya Şaredariya Şirnexê û li taxa Anadolu ya Yuregîra Edeneyê bi girseyî pîrozbahi hatin lidarxistin.
Di şahiyan de pankartên "Zimanê kurdî bila bibe zimane fermî", "15'ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz be" hatin vekirin. Dipîrozbahiyan de pankartên "Ziman rumet e", "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê ziman aşitî nabe" û siloganên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Di bernameyan de axaftin hatin kirin muzîk hat guhdarkirin, govend hat gerandin û pişt re jî meş hat lidarxistin.