Cebhet El-Nesra ket gundê Menacîr

Cebhet El-Nesra ket gundê Menacîr

Li gundê Menacîr ê bajarê Serêkaniyê koma çekdar a bi navê El-Şiêtat ber bi bajarê Dêra Zorê ve vekişiya û çekdarên Cebhet El-Nesra li cihê wan bi cih bûn.

Çavkaniyên herêmî li gundê Menacîr ê girêdayî bajarê Serêkaniyê ragihandin ku, komên çekdar ên bi navê El-Şiêtat ku di gundê Menacîr de bi cih bibûn piştî pevçûn di navbera wan û Cebhet Elnesra de, bi temamî ji gund vekişiyan û Cebhet El Nesra li şûna wan bi cih bû.

Koma çekdar di gundê Menacîr li ser riya Serêkaniyê û Tiltemir de bi cih dibû, di dema dawî de gelek kiryarên dizî, talan û revandina welatiyan dikirin, ev kiryarên wan bû serdem ku welatî ji wan tengezar bibin û gelek caran welatiyan bang li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin ku mudaxele bikin.

Pevçûn di navbera El-Şiêtat û Cebhet El Nesra de ji ber ku di parvekirina tiştên dizîne de derketin. Di encamê de gelek kuştî û birîndar ji herdu aliyan derketin. Piştî pevçûnan koma çekdar a bi navê El-Şiêtat ber bi bajarê Dêra Zorê ve vekişiya ev jî diyar dike ku hevpeymanek di navbera wan û Cebhet El-Nesra de pêk hatiye.