Çavmakê bi teqemeniya leşkeran jiyana xwe jidest da hate defin kirin

Çavmakê bi teqemeniya leşkeran jiyana xwe jidest da hate defin kirin

Cenazeyê Mugdat Çavmak ê 14 salî yê ku di teqîna duh li herêma qereqola seyar a li herêma Doskî ya Geverê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate definkirin.

Cenazeyê zarokê bi navê Mugdat Çavmak ê ku duh di teqîna li herêma Girê Raman ê nêzî gundê Gulort ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da li Geverê hate definkirin. Cenazeyê Çavmak ji Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hate girtin û karwanekî qelebalix anîn Geverê. Piştî wecîbeyên li mizgefta taxa Qişlayê cenaze ji aliyê girseyê ve birin goristanê. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kes tevlî merasima cenaze bûn. Di merasima cenaze de sloganên “Bijî serok Apo”, ”Şehîd namirin” hatin qîrîn.

Piştî karên definkirinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz, sersaxî li malbata Çavmak da û wiha got: "Dewlet li aliyekî behsa çareseriyê dike li aliyê din mayînan diteqîne. Mirina Mugdat dilê me perçe kir. Em gelê Kurd teqez vê êrîşê qebûl nakin. Pêkanînên dijdemokratîk ên pergalê li ber çavan in. Îro li hemû çiyayên me qereqolên leşkeran hatin çêkirin. Mugdat dema ji bo pez biçerîne çû zozanan ji ber mayîna ayîdî leşkeriyê jiyana xwe ji dest da."

Girse pişt re sersaxî li malbata Çavmak da.