Çavkaniya binketina polîsên Elman hevkariya bi polîsên Tirk re ye
Andrej Hunko yê ji Partiya Çep a Elman, diyar kir ku sedema polîsên Elman di têkoşîna li hember komên Îslamîst de zehmetiyan dikişîne hevkariya bi polîsên Tirk re ye.

Serokê Yekîneya Polîsan a Krîmînal a Federal a Elman Holger Munch, gotibû, polîsên Eman ji ber pirsgirêkên pêkhateyî di têkoşîna li hember Îslamîstên radîkal ên welêt de zehmetiyan dikişîne. Wekîlê Elman Hunko dibêje ku ev tenê ne ji ber pirsgirêkên pêkhateyî ne.
Hunko yê ji ajansa nûçeyan a Sputnîk re axivî got: "Li gor min a li vir pirsgirêkeke siyasî ye. Sedema vê hevkariya nêz a di navbera polîsên Elman û Tirk de ye.”
TIRKIYE LI PEY HERÊMEKE TAMPON A SUNNÎ YE
Hunko da xuyakirin ku polîs û serwîsa îstixbaratê ya Tirk piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê û got: “Tirkiye dixwaze di navbera Sûriye û Îranê de herêmeke tampon a Sûnnî ava bike.”
‘LI PIŞT PLANAN PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ HENE’
Hunko got rewş dişibe mijara ku 'DYA ji bo di navbera Ewropa û Rûsya de herêmeke tampon ava bike Ukrayna bikar tîne’ û wiha dewam kir: "Heta li pişt planan pirsgirêkên siyasî hene, ez bim der heqê hêzên polîsan de ez ê baldar bim.”