Çavdêriyên Komîsyona Şopandinê
Çavdêriyên Komîsyona Şopandinê
Çavdêriyên Komîsyona Şopandinê
Komîsyona şopandinê ya Colemêrgê li Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, di civînê de axivî û bal kişand ser cihên çûnê û wiha got: "Em weke komîsyon bi Qeymeqamê Çelê, Fermandariya Cendirmeyan û Şaredarê Çelê re hevdîtin kir û têkildarî pêvajoyê de agahî dan. Di heman rojê de bi tevlîbûna hinek kesan em çûn Geliyê Diyarê. Em li wir lêkolîn kir. Piştî agahiya gihiştî me ya li herêma Kavuşak dema PKK'î derbas dibin leşker ew gulebaran kirin em çûn herêmê û me lêkolîn kirin. Em di vê çarçoveyê de çûn gundê Dizê em lêkolîn kir.
Akbulut, lêkolîn û çavderiyên komîsyonê wisa vegotin: "Li herêmê agahiyên yekîneyên leşkeran li nokteyên PKK'ê lê derbas bibe ji bo pêvajoyê sabote bike di nav amadekariyên operasyonan de ne. Ligel hemû lêkolînan û agahiyên me girtin pêvajoya vekişandinê li bajarê me bêpirsgirêk dewam dike. Lê li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmê girtin yekîneyên leşkeran di nava amadekariya operasyonê de ne. Agahiya yekîneyên leşkeriyê li nokteyên hêzên PKK'ê lê derbas bibin xebatên mewzîbûnê dikin. Ev agahî di nav de dibe sedema şik û gumanan. Divê ji bo ev pêvajo bê pirsgirêk û bi awayekî rêk û pêk bi dawî bibe diê hemû rayedar û amirên bi paye baldar bin. Divê hêzên ewlehiyê û gerîlayên PKK'ê gelek bihestiyar tev bigerin. Divê cerdevanên herêmê jî baldar bin. Divê rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî baldar bin û tevkariyê bidin pêvajoyê. Divê gelê Colemêrgê di vê pêvajoyê de gelek baldar be."
Akbulut, anî ziman ku di çarçoveya xebatên komîsyonê de sibê dê saet di 10.00'an de biçin gundê Dizê lêkolînan bikin û pişt re dê biçin gundê Tale.