Çar zarok li Amedê hatin girtin
Çar zarok li Amedê hatin girtin
Çar zarok li Amedê hatin girtin
Li Amedê 4 zarokên ku bi hinceta têkiliya wan bi cinayeta 4 kesan a ku di bûyerên piştî xwepêşandanên piştgiriya bi Kobanê re hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Çar zarokên ku li Amedê tevlî xwepêşandanên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re bûn û bi îdiaya têkiliya wan bi cinayeta çar kesan re heye, hatin girtin.
Zarokên birin dadgeha nobedar îfadeya wan hate girtin. Zarokên bi navê M.D., A.K., Y.U. û M.Î yên ku temenê wan ji 18 saliyê kêmtir in, bi biryara dadgehê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Hate zanîn ku lêpirsîna 13 kesan ku gelek zarok jî di nav de hene, berdewam dike. Beriya niha 8 kes hatibûn girtin û îro jî li gel girtina 4 zarokan hejmara girtiyan bû 12.