Çalakiya li dijî qereqolan belav dibe

Çalakiya li dijî qereqolan belav dibe

Çalakiya rûniştinê ya li ber qereqolê ya bi armanca çêkirina qereqolên nû bên rawestandin û pêkanînên leşkerî bi dawî bibin dan destpêkirin li gundên din jî belav bû.

Welatiyên gundên Navberojan a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca şermezarkirina çêkirina qereqolên nû û pêkanînên leşkeran ên herêmê li ber qereqolê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Du roj berê bi heman armancê welatiyên gundên Şepetan Bêsosîn jî li Geriyazînê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin û xwestibûn çêkirina qereqolan bê rawestandin.

Welatiyên gundê Garê jî duh tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Welatiyên li gundê Heran ê di ketina bajaroka Rûbarokê de jî li ser pira nokteya leşkeran lê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên li ber nokteya leşkeriyê bi sedan wesayîtan dest bi çalakiyê kirin mînîbûsên xwendekarên amadeyî û dibistana navîn jî dibin dibistanan piştgirî dan çalakiyê û xwendekar jî neçûn dibistanê û tevlî çalakiyê bûn.