Çalakiya li ber qereqola Navberojan dewam dike

Çalakiya li ber qereqola Navberojan dewam dike

Şêniyên gundê Navberojan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê, li dijî çêkirina qereqolên nû yên leşkerî, çalakiya xwe ya li ber qereqola Navberojan dewam dikin.

Gundiyên Navberojan, ji ber ku qereqolên nû tên çêkirin, mayinên li herêma wan nayên paqijkirin û hevdîtina wan a bi xizmetên xwe yên li Başûrê Kurdistanê tê astengkirin, li ber qereqola Navberojan ji doh serê sibê ve çalakiya rûniştinê lidar dixin. Welatî dibêjin heta çêkirina qereqolên nû bê rawestandin ewê çalakiyên xwe dewam bikin. Gundiyan her weha bi dehan wesaîtên xwe li pêşiya qereqola leşkerî park kirin û bi vî rengî rê li çûn û hatina qereqolê girtin.

Di vê navberê de, şêniyên gundê Bêsosin û Şapatan, di rêya Gevriya Zînê ya navbera herdu gundan de li pêkanînên kêfî yên leşkeran rast tên û çalakiya xwe ya bi vê armancê li ser rê doh dabû destpêkirin, îro dewam dike.

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şemzînan û Geverê jî, ji bo van kiryarên neyînî bişopînin, tê payîn heyetan bişînin herêmê.