Çalakiya gundiyên Navberojan di roja 3. de ye

Çalakiya gundiyên Navberojan di roja 3. de ye

Şêniyên gundê Navberojan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê, li dijî çêkirina qereqolên nû yên leşkerî, çalakiya xwe ya li ber qereqola Navberojan di roja sêyemîn de dewam dikin. Tê payîn bi armanca piştgirîdayînê, rêveber û şaredarên BDP'yî biçin gund.

Di roja sêyemîn de, gundiyan bi sedan wesaîtan rêya li ber qereqolê li çûn û hatinê girtin û dixwazin xebatên çêkirina qereqolê bên rawestandin û astengiyên li pêşiya serdanên wan ên bi xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bên rakirin. 

Bi armanca destekdayîna çalakiya gundiyan, rêxistina BDP'ê ya bajarê Colemêrgê îro heyetek ava kir. Heyet ji endamên meclîsa giştî ya bajêr a BDP'ê, Şaredarên bajarok û navçeyan ên BDP'ê û rêveberên partiyê yên BDP'ê pêk tê. Tê payîn heyet îro biçe serdana gundiyên çalakger.