Çalakgerên "Pêncşema Reş": Siyasetmedaran berdin

Çalakgerên "Pêncşema Reş": Siyasetmedaran berdin

Di çalakiyên Pençşema Reş de nerazîbûn li dozên KCK'ê hate dayîn û wiha hate gotin: "Di pêvajoya aştiyê de, helwesta dadehê ya cezakirinê ya di doza KCK'ê ya Amedê de tu tevkariyê nade pêvajoyê."

Li Mêrdîn, Riha, Amed û Wanê ji bo siyasetmedarên kurd, şaredar û parêzvanên mafên mirovan ên di operasyonên bi navê "KCK'ê" hatin girtin serbest bê berdan hatin lidarxistin. Çalakî her hefte pêk tên. Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê, navçeyên Pirsus û Wêranşarê yên Rihayê, navçeya Peyasê ya Amedê û bajaroka Eganisê ya navçeya Erdîşê ya Wanê li ber avahiyên şaredariyê ji bo siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan çalakiyên heftane hatin lidarxistin. Rêveberên BDP'ê, wekîlên şaredaran, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, endamên Tum-Bel-Sen'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyan de wêneyên şaredaran hatin vekirin û pankratên "Vîna me rûmeta me ye rûmeta me hinceta jiyana me ye" û "Dest neda vîna min" hatin vekirin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Jiyana azad û rizgariya demokratîk" dê pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bike. Di daxuyaniyan de hate bilêvkirin ku polîtîkayên înkar, îmha û ewlehiyê weke rêbazek hatin pêşkêşkirin. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku siyasetmedar û şaredarên kurd hêj serbest nehatine berdan. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku divê bi pêvajoya aştiyê hemû siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan. Di daxuyaniyan de bertek li gotinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên têkildarî HPG'iyan de gotin hate dayîn.

Piştî daxuyaniyên hatin dayîn çalakiyên rûniştinê pêk hatin.