‘Bûyerên îro rû didin encamên polîtîkayên şaş yên AKP’ê ne’

‘Bûyerên îro rû didin encamên polîtîkayên şaş yên AKP’ê ne’

Di pêşengiya KESK'ê de saziyên sivîl û demokratîk ên Amedê komkujiya Reyhanê şermezar kirin. Serokê BES'ê yê Amedê Mehmet Karaaslan diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ji bo aştî pêş bikeve pêvajoyek nû da destpêkirin'

Endam û rêveberên sazî û dezgehên ku ji KESK, BES, DEV Saglik Îş, Genel Îş ,ÎHD, Meclisa berastenga a herêma 21'an pêk dihat, li parka Sumerê ya Amedê bi boneya teqîna li Reyhanliya Hatayê şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa BES'ê ya Amedê Mehmet Karaslan daxuyanî xwend û komkujî şermezarkir.

Karaslan diyar kir ku, Komkujiya Reyhanli qirkirinekî li hemberî gelan pêkhatiye û wiha got: "Di encama teqina Reyhanliyê de gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan em ji malbatên wan sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî bi lezgînî şîfa û derbazî bûnê dixwazin."

Karaaslan anî ziman ku, parastina giyana hemwelatiyan erka devletê a sereke ye û wiha axivî: "Pêşketinên ku îro xuya dike û ev bûyerên ku îro rû dide encamên polîtikayên şaş ên AKP’ê ne. AKP’ê li hemberî destkeftinên kurdên rojava kete nava hewldanan dijayetiya destkeftên kurdên rojava kirin. Ev destkeftinên kurdan hezim nekir, danequrtand û piştgiriya hêzên tarî kirin û xwest bivî awayî ev hêzên paşkeftî bixin pêsîra kurdan. Lê gelê rojava bi berxwedana hemdemîn gelê Serêkaniyê ev listikane vala derxistin, aniha jî heman hêz di xweze Tirkiyeyê bikşîne nava vî şerî. Ev jî dide ravekirin polîtikayê Davûtoglu û pirojeyên wî li serê wî bûne bela. Tirkiye bi metirsiyên mezinre rûberû kirî."

Karaslan destnîşan kir ku, encama hevdîtinên Îmralîyê  de pêvajoyekî nû hat destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da destpêkirin. Ev pêvajo ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awaki aşitîyane û demokratik bê çareserkirin, ji bo ku çek bêdeng bibin, Birêz Abdullah Ocalan hêzên gerîlla vekişand derveyî sînor û bi vî awayî pêngavekî nû hat destpêkirin. Li gorî fikrê me ev bûyera ku li Reyhaniyê pêkhatî ji bo ku vê pêvajoyê asteng bike proveqe bike hatî kirin ji ber vê yekê em van kiryaran şermezar dikin."