Boko Haram li Nîjerya êrîşî du gundan kir: 30 mirî
Boko Haram li nêzî bajarê Chîbok ê Nîjerya êrîşî du gundan kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

Gundên Thlaimakalama û Gatamarwa yên sala buhrî 200 xwendekar keç ji wir hatibûn revandin, îro jî rastî êrîşa Boko Haram hat. Tê diyarkirin ku di encama êrîşan de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat destnîşankirin ku di dema êrîşan de Boko Haram gund şewitandine.
Endamê Konseya Extiyaran a Chîbok Pogo Bitrus ê ji AFP’ê re axivî got, “Li gor agahiyên me wergirtine, li her du gundan herî kêm 30 kes hatine kuştin.”
Agahî ji aliyê Lûka Harûna ve jî hat piştrastkirin. Tê diyarkirin ku her du gund hatine hilweşandin.