Biryara girtina televîzyonên Kurd li Bordoyê hat şermezarkirin
Biryara girtina televîzyonên Kurd li Bordoyê hat şermezarkirin
Biryara girtina televîzyonên Kurd li Bordoyê hat şermezarkirin
Biryara Danîmarkayê ya girtina televîzyonên Kurd, ji aliyê Kurdên li bajarê Fransa Bordoyê dijîn ve hat şermezarkirin û hat gotin, "Kes nikare vî dengî bêdenb bike."
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Bordoyê dijîn, biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC bi meş û mîtîngekê şermezar kirin. Meşa ku ji ber avahiya Şaredariya Bordoyê destpê kir, 2 saetan dewam kir û li Qada Vicorya veguherî mîtîngekê.
Li qada mîtîngê li ser navê Komeleya Çanda Kurd li Bordoyê daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin ku ji ber berjewendiyên siyasî û aborî yên dewletên Ewropayê, li dijî Kurdan biryar hatine girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê biryarê weke dewama komkujiya Parîsê dibînin. Di heman demê de girtina vê biryarê di pêvajoya çareseriya demokratîk de, watedar e. Me heta niha serê xwe li ber zextê netewand. Ji niha û pê ve jî zext ji ku tê bila were, emê serî netewînin. Berovacî, emê hîn bêtir xwe birêxistin bikin û xurt bibin."
Di çalakiyê de her weha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek îmze hatin berhevkirin.