‘Bila pêş 2014’ê winda bên dîtin û kiryar bên darizandin’

‘Bila pêş 2014’ê winda bên dîtin û kiryar bên darizandin’

Li Amed û Rihayê di çalakiyên "Bila windahî bên dîtin û kiryar bên darizandin" de hişyariya lêpirsîna 3 birayan Hasan Cezayir û Selîm Orhan ên li Lîceyê hatin binçavkirin û di sala 2014'an de dema lêpirsînê derbas bibe hate kirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane li Parqa Koşuyoluyê li dar xist. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê, SES, rêveberên ESP'ê yên Amedê û gelek welatî tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û pankart hatine vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdulselam Înceoren diyar kir ku, her hefte ji bo aqûbeta windayan bê zelalkirin çalakiyê li dardixin lê dewlet û hikûmetê heta niha tu gav neavêtin.

Înceoren anî ziman ku, ew pêvajoya destpê kir dipejirînin û dixwazin kesên hatin windakirin weke parçeyekî pêvajoyê bên lêkolînkirin. Endamê Meclîsa ESP'ê Mustafa Nacî Toper jî têkildarî Hasan Ocak ê ku di 20'ê adara 1995'an de li taxa Gazî ya Stenbolê hate binçavkirin û pişt re hate qetilkirin axaftinek kirin.

Di çalakiyê de çîroka 3 birayên hev ên hatin windakirin Adnan Orhan vegot. Orhan diyar kir ku, di 24'ê gulana 1994'an de li navçeya Lîceyê ya Amedê mamê wî Hasan, Cezayir û bavê wê Selîm Orhan ji aliyê leşkeran ve li ber çavê hemû kesî hatin binçavkirin û ligel hemû serlêdanan tu encama dest nexistin û wiha got: "Me di sala 1997'an de li navçeya Pasurê ya Amedê agahiyek girt. Agahiya me girt li gundê Gozupeklî yê Pasurê 8 kes hatin qetilkirin û pişt re hatin şewitandin. Gundî li ser bêhnê çûn cihê bûyerê. Pişt re me testa DNA'yê da. Me serî li dozgeriyê da. Di encama testa DNA'yê de derket holê ku hestî ayîdî mamê min Hasan û bavê min Selîm in. Pişt re me xwest gorekî me ya em ziyaret bikin hebe. Me xwest hestiyên me bidin me. Me serî li dozgeriya Amedê da. Dozgeriyê ji me re got hestî li Saziya Tipa Edlî ne. Me serî li wir da. Saziya Tipa Edlî ji me re got, hestî li goristana bêkesan a Pasurê ne. Xwestin hestiyên 8 kesan bi awayekî vekirî bidin me. Me jî ev rêbaza hov qebûl nekir. Rayedaran jî ji me re got êdî ew nikarin tu tiştên din bikin. Me hestiyên Cezayîr jî peyda nekir. Ligel vê yekê bi şahidîniya Ramazan Ayçîçegî yê bi babê min re hatin binçavkirin me serlêdana sûç kir. Ligel komkujî bi fermana Fermandarê Tugaya Bolu Yavuz Erturk pêk hat dihate zanîn tu darizandin nehatin kirin. Heke tu tişt neyê kirin dê dosya di sala 2014'an ji ber dema wê dê bibore bê girtin."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

RIHA

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan jî çalakiya xwe ya hefteya 50'emîn li ber Kargeha Karakoyun li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bêndîtin kiryar bên darizandin" û wêneyên kesên hatin hilgirtin hatin vekirin. Ligel ÎHD û xizmên windayan, BDP, KESK û MAZLUMDER jî tevlî çalakiyê bûn.

Seroka Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê Meral Dervîşoglu, diyar kir ku 17-31 Hefteya Windayan e. Dervîşoglu anî ziman ku, qêrîna dayîkan a her hefte qêrîna mirovahiyê ye û xwest ku 17 hezar û 500 cînayetên kiryarên wan diyar bên zelalkirin û kiryar bên darizandin. Dervîşoglu bal kişand ser pêvajoyê û bi vê yekê li benda edaletê ne.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.