'Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan'

'Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan'

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku, li girtîgehan 12 girtiyên rewşa wan giran, 108 girtiyên bi lezgînî hewcehiya wan bi dermankirinê hene bi giştî 411 girtiyên nexweş ên giran hene û xwest ku demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Ji girtiyên nexweş re azadî" hate vekirin. TUHAD-DER, KESK, Baroya Mêrdînê, MEYADER û rêveberên BDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku, li girtîgehan hêj 122 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û 108 girtiyên bi lezgînî bên dermankirin bi giştî 411 girtiyên nexweş hene û divê ji van girtiyan 230 girtî demildest serbest bên berdan.

Kuzu anî ziman ku, 181 girtiyên din jî divê bi lezgînî bên dermankirin û wiha got: "Ev hejmar hêj zêdeye. Ji ber vê yekê divê Wezîrê Dadê hejmara girtiyên nexweş ên di girtîgehê de aşkera bike. Li girtîgehan rewşa girtiyan her diçe giran dibe. Her diçe mirin zêde dibin."

Kuzu da zanîn ku, piştî girtiyên tîpa F pêk hatin girtî di bin tecrîdê de tên rizandin û wiha axivî: "Tecrîd rewşa girtiyên nexweş bandor dike. Divê tecrîda li dijî rûmeta mirovahiyê li hemû girtîgehan bê rakirin. Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Mêrdînê Murşît Aslan, Nesîmî Kalkan, Îsmet Ayaz û Ramazan Dolek ê 75 salî divê demildest serbest bên berdan."