Bi sedan kes li Girê Rahmo heta serê sibê sekinîn

Bi sedan kes li Girê Rahmo heta serê sibê sekinîn

Bi sedan kesên ji bo rakirina yekîneya leşkerî ya li girê Rahmo yê herêma Dostkî li hev kombûn, ji duh heta ber destê sibê, li ser gir sekinîn. Çalakî bi meşa ber bi konê çareseriya ve, bi dawî bû.

Bi sedan kesên ji bo rakirina yekîneya leşkerî ya li girê Rahmo yê herêma Dostkî meşiyan, ji duh heta ber destê sibê, li ser gir sekinîn. Ciwanan tevahiya şevê govend gerandin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qêriyan. Leşkerên Tirk ên li ser gir jî tevahiya şevê ji mewziyên xwe derneketin û girseyê dor li wan pêçand. 

Ber destê sibê, bi sedan leşker û tîmên taybet hatin cihê bûyerê û dor li girseyê girtin. Leşkeran bend danîn pêşiya girseyê û gel jî alên PKK'ê li pêşiya bendên leşkerî daliqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku yekîneya leşkerî yekîneyeke provokator e û got, "Yekîneya seyyar a li vê derê, yekîneya dikare pêvajoyê provoke bike ye. Ji bo pêvajoya çareseriyê bi pêş ve biçe, divê yekîneya leşkerî ya li vê derê vekişe. Di rewşeke berovacî de wê çalakiyên me dewam bike." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku televîzyonên NÛÇE TV, ROJ TV û MMC bi destê AKP û Danîmarkayê tên girtin û li hemberî vê rewşê nerazîbûn hat nîşandan.

Gireya gel piştî demekê, bi dirûşmên ji bo PKK'ê ber bi "konê çareseriyê" yê 2 kîlometreyan dûrî cihê lê bû, meşiya. Piştî serdana li konê çareseriyê, çalakî bi dawî bû.