‘Bi pêvajoya aştiyê re çêkirina qereqolan destpêkir’
‘Bi pêvajoya aştiyê re çêkirina qereqolan destpêkir’
‘Bi pêvajoya aştiyê re çêkirina qereqolan destpêkir’
Welatiyên ji gundê Navberojan ê Şemzînana Colemêrgê, çalakiyên xwe yên li dijî çêkirina qereqolên li ser axa wan tê çêkirin didomînin. Welatiyê bi navê Siyament Kaya wiha got: "Par li vê herêmê serweriya gerîlayan hebû, leşkeran nikaribû serê xwe rakin. Lê piştî pêvajoya aştiyê çêkirina qereqolan jî dest pê kir. Em li vir bang li rayedaran dikin, bila vê dagirkeriya leşkeriyê bi dawî bikin. An em dê çalakiya xwe berdewam bikin."
Çalakiyên welatiyên gundê Navberojan ê Şemzînana Colemêrgê ku li dijî 7 baregehên leşkeriyê û bi wê ve girêdayî çêkirina qereqolên nû, 4 rojin didome. Welatiyan diyar kir ku, ji ber baregehên leşkerî, nikarin xizmên xwe yên li mile sinor ê dine bibînin. Welatiyan aşkera kir ku heta dagirkirina leşkeriyê û çêkirina qereqolên nû yên li ser erdingariya wan tê çêkirin û ew 9 noqteyên ku ji nûve hatine avakirin neyên rawestandin, dê berxwedana xwe ya li dijî leşkeriyê berdewam bikin.
HER ROJ DI LÊGERÎNA LEŞKERIYÊ RE DERBAS DIBIN
Welatiyê ji gundê Navberojan Por Kaya destnîşan kir ku ji ber pêkanînên leşkerî ew wekî gundî nikarin ji malên xwe derkevin. Kaya aşkera kir ku her roj di lêgerînên leşkerî re derbas dibin, pêkanînên faşîzan yên li dijî wan pêk tên wiha got: "Ji ber ku dewletê gelek mayîn di zevî û erdê me de bi cihkiriye, em nikarin biçin ser zeviyên xwe. Ji hêlekî ve der û dora gundê me bi mayînan hatiye dorpêçkirin, ji hêla din ve jî riyên me ji hêla leşkeriyê ve tên birîn û qereqolên nû tên çêkirin."
Kaya destnîşan kir ku noqteyên li her derî hatine avakirin têrê nakin, niha jî 9 baregehên û qereqolên nû tên çêkirin. Kaya aşkera kir ku, piştî vekişîna gerîlayên Kurdistanê, ev faşîzma leşkerî zêde bû. Kaya bi lêv kir ku divê lêçûnên van qereqolan ji bo nexweşxane û rê bên xerçkirin.
ÇIMA QEREQOLAN ZÊDE DIKIN?
Welatiyê bi navê Sabrî Kaya jî der barê zextên li ser wan pêk tên de nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku zarokên wan ji ber zextên leşkeriyê nikarin derkevin derve, ji gund derdikevin rastî qontrola nasnameyan tên, tên gund rastî qontrolê tên. Sabrî Kaya diyar kir ku, ev faşîzm li tu dera cîhanê tune û wiha pêde çû: "Jinên ku diçin berhevkirina pincarê, nasname ji wan tê xwestin. Jinên ku nasnameyên xwe ji malê bîr dikin, di dema vegerê de heta êvarê ji hêla leşkeran ve li qereqolê di bin çavan de tên girtin. Heta yek neyê nasnameya wan nebe, bi saetan di binê tava germ de tên rawestandin."
Sabrî Kaya da zanîn ku, li gundê ku 5 hezar nufusa wê heyî, 10 qereqol lê tê çêkirin û wiha axivî: "Ji me re dibêjin 'em ji bo ewlehiya we çê dikin.' Pêdiviya me ji ewlehiya wan tune' "
'BI SALAN E GERILA EM LI HERÊMÊ DIPARASTIN'
Welatiyê bi navê Bekîr Kaya jî bal kişand ser hebûna gêrîlayên HPG'ê ya li herêmê û wiha got: "Bi salan bû gerîla li wê herêmê bûn û ew diparastin. Kaya bi lêv kir ku çima heta niha leşkerî nikaribû derkeve derveyî têlan niha 10 qereqolan çê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me wekî welatiyên gund, em çûn qereqolê me ji rayedarên qereqolê re got; 'hûn çima zextan li gundiyan dikin. Em mirovên li gundan dijîn in. Ajalên me hene, bax û bostanê me hene, zozanên me hene û em mecbur in ku vî karê xwe pêk bînin.' Ji me re gotin; 'em emirber in, vê emrê Qaymeqamê Şemzînanê û Waliyê Colemêrgê dide. Dê çêkirina van qereqolan teqes berdewam bike, emrê tu kesî derbasî aliyê sînor nekin hat.' Em di binê dagirkeriya leşkiriyê de ne."
Welatiyê bi navê Siyament Kaya jî diyar kir ku, bi pêşketina pêvejoya aştiyê re ev qereqol zêde bûn, çima par nedihatin çêkirin û wiha got: "Par li vê herêmê serweriya gerîlayan hebû, leşkeran nikaribû serê xwe rakin. Lê piştî pêvajoya aştiyê çêkirina qereqolan jî dest pê kir. Em li vir bang li rayedaran dikin, bila vê dagirkeriya leşkeriyê bi dawî bikin. An em dê çalakiya xwe berdewam bikin."