Bi hezaran penaber hatin Îtalya; herî kêm 17 mirî

Bi nêzîkbûna mehên havînê re hatina penaberan a Îtalyayê didome. Tenê duh zêdetirî 3 hezar kes hatin rizgarkirin, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi nêzîkbûna mehên havînê re hatina penaberan a Îtalyayê didome. Tenê duh zêdetirî 3 hezar kes hatin rizgarkirin, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên rayedarên Îtalyayê, duh zêdetirî 3 hezar û 300 koçber beriya bixeniqin hatin rizgarkirin. Di gelek keştiyên koçber têde jî cenazeyên 17 kesan hatine dîtin.

Ajansa Ewlekarita Peravê ya Îtalya diyar kir, îxbara ku bi giştî 17 keştiyên cuda, bot an jî qeyik nêzî peravên wan bûne wergirtine û mudaxele kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 3 botên cuda yên 300 penaber têde 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.