Bi hezaran kesên êrîşên çeteyan bihîstin ber bi sînor ve herikîn
Bi hezaran kesên êrîşên çeteyan bihîstin ber bi sînor ve herikîn
Bi hezaran kesên êrîşên çeteyan bihîstin ber bi sînor ve herikîn
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin bihîstin, bi hezaran kesên li navenda Pirsûsê kom bûn, ber bi sînor ve meşiyan.
Piştî çeteyên DAIŞ li hember deriyê sînor ê Murşîtpinar, eniyên başûr, rojava û rojhilat li Kobanê şer û pevçûn didomin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ hatin bihîstin bi hezaran kesên li navenda Pirsûsê kom bûn, bi wesayît û meşê ber bi sînor ve herikîn. Di meşê de ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana YPJ”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Meş li gundê Mehser ê nobeta berxwedanê lê tê girtin bi dawî bû. Li gundê Mehser bi hezaran kes bi dirûşman, piştgiriyê didin berxwedana YPG û YPJ’ê.