Bi hezaran kes ji bo Medenî ber bi Qereqola Xêzan ve meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Medenî ber bi Qereqola Xêzan ve meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Medenî ber bi Qereqola Xêzan ve meşiyan
Bi munasebeta şermezarkirina Qetlîama Licê ku di encama êrîşa leşkerên Tirk de ciwanê Kurd ê 18 salî Medenî Yildirim hatibû qetilkirin û û 8 kes birîndar bibûn, li ser banga rêxistinên navçe û bajaran ên BDP’ê bi hezaran Kurdistanî îro meşek li dar xistin. Bi hezaran mirov ber bi Qereqola Xêzan a êrîş pêk hatibû meşiyan.
Li nêzî gundê Fîsê ji ber leşkeran rê girt girseya bi hezaran, çalakiya rûniştinê pêk anî, û bi dirûşmayên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê re dianîn ziman qîr kirin astengkirin protesto kirin. Piştî hevdîtinan gel ber bi qereqola êrîş pêk hatibû meşiya.
Çalakiya protestoyî ya li Licê berdewam dike.