Bi hezaran kes ber bi Girê Rehmo ve bi rê ketin

Bi hezaran kes ber bi Girê Rehmo ve bi rê ketin

Li Geverê bi hezaran Kurdistanî ji bo yekîneyên leşkerî yên li Girê Rehmo werin rakirin dest bi meşê kirin.  

Ji bo yekîneyên leşkerî yên li Girê Rehmo yê li herêma Dostkî ya Geverê werin rakirin meşek hat lidarxistin. Li navçeyê danê nîvro bi hezaran kesên li Parka Çandê ya Avaşîn hatin gel hevdu bi konvoyeke bi sedan maşîneyan ber bi Girê Rehmo ve ketin rê. Ji ber dema konvoy di rê de tevlîbûna ji girseyê re zêde bû gelek leşker sewqî Qereqola Kamişli (Sîneva) hatin kirin.  

Hat ragihandin ku rêyên diçin Qereqola Sîneva ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.