Bi hewildanên Asayîşa Serêkaniyê 14 kes hatin berdan

Bi hewildanên Asayîşa Serêkaniyê 14 kes hatin berdan

Koma çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku beriya niha hejmareke welatî revandibûn, bi hewildanên Asayîşa bajarê Serêkaniyê 14 kes serbest berdan.

Piştî hêza Asayîşa bajarê Serêkaniyê ji bo serbestberdana welatiyan li komên çekdar geriyan duh 14 welatiyên ku hatibûn revandin gihîştin Navenda Asayîşa bajarê Serêkaniyê.

Welatiyên Kurd ku bi destê komên çekdar li herêma Til Temir, Ebû Rasên û gundên derdorê hatibûn revandin û ew biribûn bajarê Til Ebyed di bin destê Artêşa Azad de ye, radestî Tabûra 313’an hatibûn kirin. Tabûra 313’an welatî di dibistana Nebiş de bicih kiribûn.

Yek ji welatiyên serbest hatin berdan,  nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHA’yê re serpêhatiya xwe wiha vegot: ‘’Em bi destê koma çekdar hatine îşkencekirin û gotinên kirêt ji me re digotin. Çekdarên komên çekdar ji destpêka girtina me heta roja dawî çavên me girêdabûn. Ji ber vê yek me nekarî kesekî ji komên çekdar nas bikin. Navê Ebo Qeeqaa pir dihate bihîstin, me gûman dikir ku ew fermandarê koma çekdar bû.’’

Navên welatiyên hatine berdan evin: Ehmed Ebdulrehman Ebdulqadir, Cemîl Mihemed Mihemed, Qutbedîn Elî Temûş, Cîger Mehmûd Bozan, Hozan Cemîl Îso,Hozan Cemîl Ebdo, Luqman Silêman Mihemed, Feysel Hemîd Hebîb, Mişeel Şeelan, Omer Şukrî, Îsmaîl Ferhan Mihemed, Ebdulqadir Dawûd Şêxo, Elî Silêman Zorî û Şiyar Mihemed.

Ciwanê Kurd Mezlûm Hesen ê ji bajarê Tirbespiyê ku ji aliyê Tugaya 313’an ve hatibû revandin hîna ne hatiye berdan.