"Bêyî Ocalan şer dibe, lê bêyî Ocalan aştî nabe"

"Bêyî Ocalan şer dibe, lê bêyî Ocalan aştî nabe"

Meşa "Hukûmet gavan bavêje" ya Rêxistina BDP'ê ya Îdirê, li astengiya polîsên Tirk rast hat. Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy nerazîbûn nîşanî vê da û got, "Şer bêyî Ocalan dimeşe, lê aştî bêyî Ocalan nameşe. Edalet û wekhevî bêyî Ocalan nameşe." 

Rêxistina BDP'ê ya Îdirê ji bo hukûmet gavan bavêje çalakiya "Hukûmet gavan bavêje" pêk anî. Di meşê de Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, Endamên meclisa BDP'ê, Rêveberên BDP'ê Endamên meclisa şardariyê û bajar jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû bi def û zurneyan govend gerand. Girseya ku xwest heta qadê meşê pêk bîne ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Parlamenterê BDP'ê Halîl Aksoy, bi polîsan re hevdîtn pêk anî û diyar kir ku ewê vî mafê xwe yê demokratîk pêk bînin. Aksoy anî ziman ku li her qadên Tirkiyeyê meşên bi vî regnî pêk tên, lê polîs li vir destûr nade û ev helwesta polîsan li dijî demokrasiyê ye. Li ser astengkirina polîsan, li cihê girse lê hat rawestîn, daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de Serokê BDP'a Îdirê Mehmet Anar, nerazî nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku hukûmeta AKP'ê seknek keyfî pêk tîne û got: "Pêngava destpêkê ya di navbera Ocalan û dewletê de bi vekişînê bi dawî bû. Niha em derbasî pêngava duyemîn dibin. Divê di pêngava duyemîn a muzakereyan de êdî hukûmeta AKP'ê gavên şênber bavêje. Ev helwest hikûmetê ya keyfî pêvajoyê dixetimîne'

Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û got: "Ev helwesta AKP'ê û polîsan keyfî ye. Gelo ev pêkanîn li Ewropayê hene. Dema ROJ TV ya kurdan hat girtin kurdan çalakî û meş pêk anîn. Bi 100 hezaran kesan meş pêk anîn. Em bang li Serokwezîr Erdogan dikin û dibêjin, ger berê we bi pergala diktatoruyê de be wê demê dê encama we jî wekî ya Seddam be. Ger ku hûn naxwazin encama we jî wekî ya Saddam be divê hûn gavên çareseriyê bavêjin. Divê û hûn daxwazên her kesî li ber çavan bigirin. Bila her kes baş zanibe ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan aştî pêş nakeve. Ev helwesta polîsan keyfî ye. Şer bêyî Ocalan dimeşe, lê aştî bêyî Ocalan nameşe. Edalet û wekhevî bêyî Ocalan nameşe. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û gavên çareseriyê û daxwazên kurdan ên sereke bên bersivandin:" 

Piştî kom belav bû welatiyê bi navê Vedat Er hat binçavkirin.