Bexda veguherî gola xwînê: 57 mirî

Bexda veguherî gola xwînê: 57 mirî

Paytexta Iraq Bexda, bi rêze-teqînan veguherî gola xwînê. Li gorî agahiyên destpêkê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytexta Iraq Bexdayê, li dijî qadên girseyî û cihên bazarê bi 11 wesaîtên bombebarkirî êriş hatin kirin. Hat ragihandin, ku di encama teqînên îro li gelemperiya Bexdayê de herî kêm 57 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndar bûne. 

Çavkaniyên polêsan dan xuyakirin ku êrişên bombeyî li taxên Şîa rû dane.

Hêjayî gotinê ye, êrişên hefteyên dawî yên li Iraqê rû didin, pevçûnên mezhebî yên di salên 2006-2007'an de bilind bûbû, careke din derdixîne pêş.

Di êrişên hefteya derbasbûyî de li gelemperiya Iraqê herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrişên ku bi giranê taxên Şîa hedef hatibûn girtin de, meha derbasbûyî jî zêdeyî 450 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hejmara kesên di du meh berê de jiyana xwe ji dest dan jî, 400 derbas kiribû.