Berxwedana Kobanê di roja 76’an de ye

Berxwedana Kobanê di roja 76’an de ye

Êrîşên li dijî Kobanê didomin û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê jî di roja 76’an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê hem bi segvanan û hem jî ji hewayî beyî ku hedefê bigirin li dijî navenda bajar êrîşan pêk tînin û li dijî vê jî şervanên YPG-YPJ’ê bersivek mezin dide wan. Ji rûyê şervanên YPG-YPJ’ê ku bi çekên şexsî bersivê didin çekên giran, di demên herî krîtîk de jî ken kêm nabe. Ji berxwedana 76 rojan a Kobanê  û jiyanê hinek dîmen.

Wêneyê yekem: Şervanên YPG’ê yên li navenda bajar

Wêneyê duyemîn: Li Kobanê bi hezaran sivîl dijîn. Zaroka Kobanî ku xwişka xwe kiriye hembêza xwe û dikene

Wêneyê sêyemîn: Şervanên YPG’ê li gel şerkirina li eniyan li bajar alîkariyê didin karên din jî

Wêneyê çaremîn: Sîvîlên herêma Til Şeîr bi dûrbînan pevçûnên li Kobanê temaşe dikin

Wêneyên pêncemîn: Cihê ku hawanan îsabet kir. Firaqên li derdorê belav bûne, motorsîkletek ku qulipiye

Wêneyê şeşemîn: Nuqteyeke ku hêzên asayîşê lê dipên û tifingên kaleşnîkofê

Wêneyê heftemîn: Peywirdarê asayîşê yê li navenda bajêr nobetê digire

Wêneyê heyştemîn: Navenda Kobanê. Zarok li kolanê dilîzin.

Wêneyê nehemîn:Wesayîteke ku guleya hewana DAIŞ’ê lê ketiye.

Wêneyê dehemîn: Peywirdarê asayîşê yê li navenda bajar li dewriyê digere.

Wêne: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)