Berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn hate kuştin
Berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn hate kuştin
Berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn hate kuştin
Hate ragihandin ku, li Navenda Şebîbet Elsewra ya taxa El-Miheta ya bajarê Serêkaniyê pevçûn di navbera Tabûra Ehrar Reis Eleyn û Cebhet El-Nesra de derketin. Di encamê de berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn Emar Elseyed hate kuştin
Li gorî nûçeya ANHA’yê diyar kirin ku, di pevçûnên li Navenda Şebîbet Elsewra ya taxa El-Miheta ya bajarê Serêkaniyê rû dane de berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn Emar Elseyed hate kuştin û çekdarekî ji Cebhet El-Nesra birîndar bû.
Berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn Emar Elseyed ji welatiyên bajarê Serêkaniyê ye, beriya niha komeke çekdar li wir avakiribû.
Hate ragihandin ku, piştî berpirsyarê Tabûra Ehrar Reis Eleyn hate kuştin endamên tabûrê xwe radestî Cebhet El-Nesra kirin.
Cenazeyê Emar Elseyed ji aliyê Cebhet El-Nesra radestî malbata wî hate kirin.