Bendava Bêgirî wê bandorê li masiyê Wanê jî bike
Bendava Bêgirî wê bandorê li masiyê Wanê jî bike
Bendava Bêgirî wê bandorê li masiyê Wanê jî bike
Santra Hîdroelekrîkê (HES) ya tê xwestin li ser Sûlava Bêgirî ya Wanê bê çêkirin, gefê li masiyê Gola Wanê (încî kefalî) jî dixwe.
Berdava Devtrij a ji rojavayê Bazîdaxayê destpê dike û li ser çemê Bendîmahî tê çêkirin, li gel hemû nerazîbûnan jî xebatên wê dewam dikin. Tevî ku zerarê bide sîstema eko, bendava devtrijê tê payîn ji bo dema dirêj bandoreke neyînî li masiyê navdar ê gola Wanê încî kefalî bike ku li sûlavê hêkan dike.
"MASIYÊ GOLA WANÊ JÎ WÊ ZERARÊ BIBÎNE"
Dekanê Fakulteya Berhemên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Çavdêrên Xwezayê Prof. Dr. Mûstafa Sari da xuyakirin ku wan beriya niha ji bo li Bêgiriyê HES neyê çêkirin bang kiribûn, lê belê encam ne girtine û got, "Niha li wê derê regulatorên bi armanca avdanê hatine çêkirin hene. Ji ber vê yekê, li wê derê dîwarê 2-3 metre bilind hatiye lêkirin. Masiyê Gola Wanê (Încî Kefalî) nikare 2-3 metreyan xwe çeng bike. HES a tê çêkirin, niha yekser gefê li încî kefalî dixwe. Bêguman wê bandoreke mezin li sîstema eko ya herêmê bike û ji bo dema dirêj jî, wê bandorê li încî kefalî jî bike. Li wê derê eko-sîstem wê bi temamî xera bibe. Germahiya avê jî wê biguhere. Herkes wê ji vê zerarê bibîne."