Belçîka wê xebatên îstixbarata Elman lêpirsîn bike
Rêxistina Îstixbarata Elman (BND) a alîkarî da îstixbarata Amerîka û piştgiriya da xebatên espiyonaj ên li Elmanya û gelek welatên Ewropayê di hedefa welatên cîran de ye.
Rêxistina Îstixbarata Elman (BND) a alîkarî da îstixbarata Amerîka û piştgiriya da xebatên espiyonaj ên li Elmanya û gelek welatên Ewropayê di hedefa welatên cîran de ye.
Rêxistina Îstixbarata Elman (BND) a alîkarî da îstixbarata Amerîka û piştgiriya da xebatên espiyonaj ên li Elmanya û gelek welatên Ewropayê di hedefa welatên cîran de ye. Hikûmeta Elman ku ji Elmanyayê daxuyanî xwest, piştî Awûstûryayê Belçîkayê jî têkildarî xebatên BND lêpirsîn da destpêkirin.
Xebatên îstîxbaratî yên veşartî ji aliyê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkan (NSA) bi piştgiriya BND ve ku li welatên Ewropayê hatin kirin ketin ber lêpirsînê. Serokê Telekomunîkasyonê yê Belçîka Alexander De Croo, ragihand ku têkildarî xebatên BND’ê yên li welêt lêpirsîn vekirine.
De Croo bal kişand ser cidiyeta îdîayên der heqê BND’ê de û got: “Eger îstixbarata Elman înterneta li Belçîkayê bi rastî şopandibe, pêwîst e hikûmeta Elman di vê mijarê de daxuyaniyê bide.”
Wezîrê Edaletê yê Belçîka Koen Geens, got ku rêxistina îstixbaratê SV têkildarî mijarê hatiye wezîfedar kirine. Geens got, li gor encamên lêpirsînê wê ‘tedbîrên guncaw’ bigirin.
Hikûmeta Hollanda jî, der barê xebatên îstixbaratî yên BND’ê bi hevkariya NSA li welêt kirine ji hikûmeta Elman daxuyanî xwest.
Derketibû holê ku NSA û BND li navendeke li bajarê Frankfurt ê Elmanyê tevnên têkiliyan ên welatên Ewropayê şopandine. Hatibû fêmkirin ku her du rêxistinên îstixbaratê 253 tevnên telekomunîkasyona nêzî 30 welatan şopandine.
Der barê xebatên BND û NSA de berî niha jî Awûstûrya lêpirsîn vekiribû.