BDP: Perwerdeya zimanê dayikê mafekî jênager e
BDP: Perwerdeya zimanê dayikê mafekî jênager e
BDP: Perwerdeya zimanê dayikê mafekî jênager e
Navenda Giştî ya BDP’ê bi peyamekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kir, ku perwerdeya zimanê dayikê, mafekî jênager e.
Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Aştiyê BDP’ê, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand û bal kişand ser girîngiya kovara “Hawar“ a ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di 15’ê Gulana sala 1932’an de hat çapkirin. Di peyamê de hat gotin, “ Eger îro li Herêma Federal a Kurdistanê perwerdehî bi Kurdî be, li gelek deverên cîhanê Enstituyên Kurdî hatibin vekirin û li zanîngehên Ewropayê beşên li ser wêje û zimanê Kurdî hatibin damezirandin li ser van hemû bûyeran têkarî û keda Kovara Hawar û xwedî derketin a zimanê Kurd a kedkarên wê kovarê pir mezin e.“
BDP’ê diyar kir, ku wateya kûr a vê cejnê ji pîrozmendiya zimanê dayikê tê û diyar kir, ku kesayetiya mirovan ji zimanê mirov tê. Di peyamê de hat ragihandin, ku ziman ramane û hat gotin, “Li vê sedsala em tê de ne, perwerdehiya zimanê dayikê ne wek barekî, bûye wek mafekî jênager. Hemû welatên cîhanê ji ber wûçanîya şaristanîya xwe ji bo her zimanekê girînge merc û pergalên cûda pêk bîne. Ziman ji bo gelan pergala berdewamî û jiyandina çand û nasnameyê ye.“
Navenda Giştî ya BDP’ê da xuyakirin, ku qedexekirina ziman di heman demê de înkarkirina rastî û hebûna wî gelî ya dîrok û çandî ye û destnîşan kir, ku mîrateya pirçandiyê, bingeha xwe ji cûdahiya ol, ziman û çandan distîne. BDP’ê ragihand, ku heta ziman ji çapemeniyê heta rêxistinê, ji perwerdeyê heta polîtîkayê li tevahiya jiyanê neyê bikaranîn, ew civak nikare hebûna xwe dewam bike.
BDP’ê di peyama xwe de anî ziman ku, ji rojava avabûna komara Tirkiyê û vir ve zimanê Kurdî her tim hatiye astengkirin û bibîr xist ku, heta niha li tu qanûnan navê zimanê Kurdî derbas nebûye. Di peyamê de li ser vê mijarê weha hat gotin, “ Carna ji zimanê Kurdî re dibêjin zimanê herêmî, carna dibêjin zimanê biyanî. Li hefteyê tennê dayina du fêrên li ser navê zimanê herêmî em wek mafekê qebûl nakin. Mafdayina televîzyona Kurdî jî xapandine. Fêrbûna zimanê Kurdî bi du fêra ne pêkane û bê qîmet e. Li aliyê din televîzyonek li bin saxa komarê û bi destê cemaetekê olî tê domandin li dijî zagona komarêye. Li dadgeha mafê parastina zikmakî bi pere ye û axaftina zimanê dayikê heya merhelekê destûr didin. Lêçûna wergêr jî ji mirovê bersûc tê standin û ev cûdahiyek eşkere ye. Ev mînakên li ber çavan rastiyekê tînin holê, ew rastî jî ewe kû astengiyên li ser zimanê Kurdî hêna jî berdewam dikin lê belê bi şiklekê idia dikin kû ev astengî rabûne û bi vî awayi gel tên xapandin.“
Di peyamê de bal hat kişandin ser têkoşîna gelê Kurd a li hemberî tinekirina zimanê Kurdî û hat destnîşankirin, ku qedexe û xapandin yek bi yekk hatine hilweşandin û wê her hilweşin.