BDP: Em li gel Lîsteya Şîn in
BDP: Em li gel Lîsteya Şîn in
BDP: Em li gel Lîsteya Şîn in
Namzetên "Hewldana Karsazên Demokratîk" ên bi navê lîsteya şîn tevlî hilbijartinên DTSO dibin, çûn serdana Serokatiya BDP'ê ya Bajarê Amedê. Endamên hewldanê der heqê projeyên xwe de agahî da û Seroka BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut jî destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin lîsteya şîn.
Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê DTSO di 1'ê Hezîranê de hilbijartinan lidar dixe û endamên Hewldana Karsazên Demokratîk ên di bin navê lîsteya şîn de tevlî hilbijartinan dibin çûn serdana Rêxistina BDP'ê ya Amedê. Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û namzetê lîsteya şîn Mesût Çelîk di destpêka serdanê de axivî û ji Seroka BDP'a Amedê re ji ber vê hevdîtinê spas kir.
Çelîk da xuyakirin ku ew ji hemû pirsgirêkên li Amedê serwext in û pirsgirêka herî girîng jî ya siyasî ye. Çelîk got, "Me di vê çarçoveyê de namzetiya xwe eşkere kirin û em hatine piştgiriya we bixwazin." Çelîk bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Em nabêjin ji bo pêvajoya çareseriyê emê bibin alîkar. Em dibêjin emê bibin yek ji aktorên vê çareseriyê têkûz dikin. Em hêvî dikin, ku emê karekî hêjayî vî bajarê pêk bînin."
Dûre endama Meclîsa Daîmî ya KCD'ê û namzeta lîsteya şîn Şîlan Elmas mafê axaftinê girt û bibîr xist ku di jiyana kar de heta niha jin her tim li paş hatiye hiştin û nêrîn û hewldanên lîsteya şîn ên ji bo jinan weha rave kir: "Em dixwazin di nava Odeya Bazirganî û Pişeyî de hewldaneke jinan ava bikin. Yek ji projeyên me yên herî girîng ev e, lewma bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin lîsteya şîn. Ji bo piştgirîdayîna namzetên jin, em ji we jî hewldanekê dixwazin."
"EMÊ NAVENDÊN JINAN AVA BIKIN"
Yek ji namzetên lîsteya şîn Fîlîz Bedirhanoglû jî destnîşan kir, ku rêjeya jinên ji Bakurê Kurdistanê tevlî siyasetê dibin bilind e û diyar kir ku ew dixwaze heman rêjeyê li jiyana kar jî serdest bikin. Bedirhanoglû got, "Gelek jinên me yên serketî hene. Yek ji armancên me yên sereke, zêdekirina temsîlkariya jinan a li nava Odeya Bazirganî û Pişeyî ye." Bedirhanoglû ragihand ku ewê rewşa jinan bi pirsgirêkên civakî û aborî binirxînin û piştgiriyê bidin avakirina cihên kar ji bo jinan û hewldanên jinan. Namzeta lîsteya şîn Fîlîz Bedirhanoglû da xuyakirin ku ewê di bin sîwanê Odeya Bazirganî û Pişeyî de "Navenda Jinan" ava bikin.
Seroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî da xuyakirin ku jin reng didin her qada lê ne û wan qadan bi pêş dixînin. Zumrut ragihan ku ew bawer dikin namzetên lîsteya şîn wê rêveberiyeke demokratîk bîne Odeya Bazirganî û Pişeyî û weke BDP ewê bi KCD'ê re piştgiriyê bidin lîsteya şîn.
Zumrut got, "Li pêşme hefteyek heye, eger em jiyaneke azad û rizgariya demokratîk dixwazin, hingî divê em li gel lîsteya şîn cihê xwe bigirin. Emê bi hemû hêza xwe ya rêxistinbûyî, piştgiriyê bidin lîsteya şîn û pê re bixebitin. Herkesên di Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê de cih digirin, li pêşberî vî gelî xwedî berpirsyariyan e. Eger em dixwazin ev pêvajo bibe wesîleya aştî û biratiyê, divê em giraniyê bidin vî karî. Heta 1'ê Hezîranê emê bi we re xebatên hilbijartinê bimeşînin."