BDP dê li Çiyayê Bagok'ê 2 rojan nobedê bigire
BDP dê li Çiyayê Bagok'ê 2 rojan nobedê bigire
BDP dê li Çiyayê Bagok'ê 2 rojan nobedê bigire
Rêxistina BDP'ê ya bajarê Mêrdînê, bi armanca şopandina pêvajoya vekişîna gerîla, wê di 1 û 2 'ê Hezîranê de li Çiyayê Bagok'ê nobedê bigire.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê, bi armanca şopandina vekişîna gerîla ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê di 1 û 2'ê Hezîranê de li Çiyayê Bagok'ê çalakiya nobedgirtinê pêk bîne. Der heqê mijarê de li avahiya BDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdîn Reşad Kaymaz agahî da.
Kaymaz da xuyakirin ku, çalakiya wan bi dirûşma "Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" tê lidarxistin û got, "Di dema vekişîna gerîla ya ji bo çareseriyê de, ji bo ti pirsgirêk rû nedin û operasyon nebe em bang li gelê xwe yê li Mêrdînê dikin ku, 2 rojan tevlî çalakiya me ya nobedê bibe. Em hemû gelê xwe dawetî Çiyayê Bagok'ê dikin."