Bayik: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Bayik: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya ji bo 13. Kongreya KNK'ê de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Ev pêvajo ne tenê li bakur, wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike." Bayik bang li KNK'ê jî kir ku ji Konferansa Netewî ya Kurd re pêşengiyê bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê KNK'ê Cemîl Bayik, ji bo 13. Civata Giştî ya KNK'ê ku doh li paytexta Belçîka Bruskelê destpê kir û îro jî dewma dike, peyamek şand.  Bayik di destpêka peyama xwe de ragihand, ku ew weke endamekî KNK'ê ji bo pêşeroja azad a gelê Kurd amade ye, hemû kar û berpirsyariyên kongre jê re destnîşan bike, bicih bîne.

Bayik di peyama xwe de bibîr xist, ku di nava 200 salên dawî yên Rojhilata Navîn de, ji ber polîtîka û destwerdanên hêzên hêzên hegemonîk, ferasetên înkar û îmhayê, di serî de tune hesibandina gelê Kurd û gelên qedîm yê herêmê, pirsgirêkên îro tên jiyîn rû dane. Bayik ragihand ku ev nêzîkatî miyadê xwe tijî kiriye û destnîşan kir, ku bi şiyarbûna gelê herêmê re hêvî û legerînên azadiyê ji her demê bêhtir e. 

Endamê KNK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku gelê Kurd ê bi salan êş û azar dîtiye ne mumkne ji vê pêvajoya herêmê sûdê wernegire û got, " Wekî gelê herêmê yê herî qedîm û yê herî pir hatiye înkar kirin îro gelê Kurd jî van polîtîkayan re dibêje: “Êdî Bes e.” Wekî Tevger li çar perçeyên Kurdistan stratejiya ku me meşandiye stratejiyek rast bû û ji bo gelê Kurd xwedî encambû. Di serî de hemleya 19’ê Tîrmaha 2012’an ve li Rojavayê Kurdistan pêngava şoreşê pêk hat û têkoşîna gelê Kurd gav bi gav mezin dibe. Li Rojhilatê Kurdistan gelê me xwe diparêzin û têkoşîna xwe didomînin. Her wiha di sala 2012’an de li Bakurê Kurdistan hemleya birêket polîtîkayên dewleta Tirk a înkar û îmhayê vala derxist. Ev pêşketinana stratejiya gelê Kurd xurt kir. "

Endamê Konsyeya Rêveber a KCK'ê û endamê KNK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku têkoşîna tevgera azadiyê ya gelê Kurd a sala 2012'an de hemû polîtîkayên îmhayê yên Tirkiyê pûç kiriye û ji lewra Tirkiye neçar maye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnê û çareseriya siyasî qebûl bike.

Bayik bal kişand ser pêngava "Rizgariya Demokratî û Avakirina Jiyana Azad" û got, "Ev pêşnûma Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêvajoyek nû birêdixe. Ev pêvajoya nû ne tenê ji bo Bakurê Kurdistan, ji bo tevahî Kurdistan girîng e. Rêber Apo ji bo ev pêvajo pêş bikeve bangawaziya 4 konferansan dike. Ji nav van konferansana ya herî girîng di rêya avakarina yekîtiya gelê Kurd de konferansa netewî ya Kurd e. Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan jî ji bo konferansa netewî ya Kurd hewldanên pêwîst nîşan dide.  Ez hêvî dikim ku KNK jî li gorî misyon û rola xwe erkên xwe yê di mijara yekîtiya gelê Kurd û konferansa netewî de bicih bîne û bigihije serkeftinê."