Bayik: Karer û Pîr pira jiyana hevpar a navbera gelên Tirkiyeyê ne
Bayik: Karer û Pîr pira jiyana hevpar a navbera gelên Tirkiyeyê ne
Bayik: Karer û Pîr pira jiyana hevpar a navbera gelên Tirkiyeyê ne
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik da diyarkirin ku, dema şehîdên Gulanê tê gotin Heqî Karer tê hişê mirov. Bayik da zanîn ku, Karer bi kesayet û karektere xwe bûye hîmê ruhê PKK’ê. Bayik li ser vekişîna gêrîla jî anî ziman ku, di meşa gêrîla ya çareseriya demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ked û xwîna tevayî şehîdan heye.
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya li Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hate weşandin de balkişande ser şehîdên meha Gulanê û bilêv kir ku, bîranîn û xwedî derketina li Heqî Karer û Kemal Pîr pireke jiyana hevpare di nava gelên Tirkiyeyê de.
Bayik di derbarê şehîdên meha Gulanê de destnîşan kir ku, “Di şoreşa Kurdistanê de meha gulanê meha şehîdan e. Rol û rista Şehîdên Gulanê di pêşketin û peresîna şoreşa neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê de gelekî girîng e. Dema ku behsa Şehîdên Gulanê tê kirin destpêkê Heqî Karer tê hişê mirov. Cihekî xweser û taybet ê vî şoreşergerê mezin ê tirkiyeyî ê ji Behra Reş di Têkoşîna Azadiyê Gelê Kurdistanê de heye. Bi kesayet û karakterê xwe ve ew bûye hîmê ruhê PKK’ê. Mutewazîbûna milîtaniya PKK’ê jî mutewazîbûna Heqî Karer e.”
‘NE PÊKANE KU GELÊ KURD VAN ŞOREŞGERAN JI BÎR BIKE’
Bayik di nava şehîdên gulanê de balkişande ser şoreşgerên Tirk jî û bilêv kir ku, “Dema ku mirov behsa Şehîdên Gulanê bike helbet divê ku mirov şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan û Îbrahîm Kaypakkaya jî ji bîr nekin. Ev şoreşgerên mezin ên tirkiyeyî jî di teşegirtina milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gelek bandora xwe kirine. Jixwe Rêberê Gelê Kurd jî dibêje ku ji ber girêdana xwe ya bîranîna wan û ji bo hêviyên wan bigihîne encamê vê Têkoşîna Azadiyê daye destpêkirin. Di her fersendê de tîne zimna ku ew ê bi bîranîn û hêviyên wan şoreşgeran re girêdayî be. Ji vê aliyê ve nepêkan e ku gelê kurd jî van şoreşgeran ji bîr bike. Jixwe di nav wan şoreşgeran de ciwanên kurd jî cihê xwe girtine.”
‘TEKOŞÎNA AZADIYÊ BI SAYA ŞEHÎDAN GIHA VÊ ASTÊ’
Endamê Konseya KCK’ê Bayik di nivîsa xwe de balkişand ku tekoşîna azadiyê bi saya tekoşîn û fedayîtiya şehîdan hatiye vê astê û wiha got: “Di serdî de Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn, Halîl Çavgun, Ozan Mizgîn bi hezaran Şehîdên Gulanê hene. Bêgûman di nav van şehadetên mezin de divê ku mirov şoreşgerên ku li Îranê hatin bidarvekirin jî bi bîr bîne. Tevgera Azadiya Kurd nêzî 20 hezar şehîd dane. Ligel van şehîdan bi hezaran şehîdên gel jî hene. Zor û zehmetiyên têkoşîna azadiyê ya çil salî, bi saya têkoşîn û fedayîtiya van şehîdan qonax bi qonax hatine derbaskirin û xwe gihandiye roja îro. Têkoşîna çil salan rastiya gelê kurd a îro bi xwe re afirandiye. Di nav têkoşînê de mirov çil salan civakeke di nav liv û tevgerê de bihêle û bike ku li hemberî hemû zext û pêkutiyan li ber xwe bidin ev yek ji çîrokên serkeftinê ya dîrokê ye. Berxwedana ev çend demên dirêj a li hemberî dewleta tirk û pergala li pişt wê encax bi têkoşîneke bi karaktera xwe cuda pêkan bû. Ya ku karektera têkoşînê ji yên din cuda dike jî fedayîtiya bi şehîdan xwe şênber dike ye.”
‘KAREKTERÊ VAN ŞEHÎDAN LI DÎROKA KURDISTANÊ HATIYE NIVÎSANDIN’
Bayik anî ziman ku, “Gelê kurd îro roj bi şehîdên xwe serbilinde. Ji ber ku baş pê dizanin ku jiyaneke sade, mutewazî ya van şehîdan hebû û ji bilî gelê xwe tu tiştek din nedifikirîn. Ji ber van sedeman girêdana wan a bi şehîdan re wekî ku xwe bi pîroziyekê ve girêbidine û wiha nirxê dane şehîdên xwe. Ji vê aliyê ve ew ê gelê Kurdistanê heta dawiyê şehîdên xwe ji bîr neke û nirxên ku bi van şehîdan re şênber bûne ew ê tim jîndar bihêle. Her ku pêwîstî bi berxwedanê bibîne ew ê bi van nirxan berxwedaneke fedayîtî pêş bixe. Karakterên van şehîdan li dîroka Kurdistanê hatiye nivîsandin û ev yek veguheriye karektera neteweyî ya civakê. Têkoşîna Azadiya Kurd têkneçûna xwe ji vê karakterê wergirtiye. Nirxê herî mezin a ku Têkoşîna Azadiya Kurd a çil salan li dîroka gelê kurd zêde kiriye ev e. Wateya vê nirxê mezin her sala ku derbas dibe ew ê zêdetir were fêmkirin.”
‘KESAYETA WAN DESTANÎ NE’
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîk Bayik di nivîsa xwe de balkişande ser kesayeta Heqî Karer û Kemal pir ya milîtantiyê û tekoşîna wan ya jiyana azad. Bayik got: “Ew dê tu carî keda mezin a şoreşgerên tirkiyeyî Heqî Karer û Kemal Pîr a ji bo bidestxistina vê nirxê mezin neyê jibîrkirin. Heta ku ev kedên ji bo têkoşîna azadiyê neyên dîtin rastfêmkirin û watedayîna van kedan jî ew ê nepêkan be. Ji ber ku kesayeta wan kesayetên destanî ne. Di dîrokê de rastlêhatina kesayetên wiha gelek kêm in. Jixwe heta ku kesayetên wiha dernekevin nirxên mezin jî nikarin werin afirandin.
Mutewazîbûna ku di şexsê Heqî Karer de di rastiya milîtanên azadiyê de şênber bûye nirxeke pir mezin e. Bûyîna sembola nirxeke ew çend mezin û vê yekê di têkoşîn û teşegirtina gelê kurd de pêşxistin mezinbûneke dîrokî ye. Şoreşgerê mezin Kemal Pîr ku bi gotina ‘em bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’ wateyeke mezin dida jiyana azad îro roj li Kurdistanê hişmendî, îrade û bîrdariya jiyana azad e. Xwesteka jiyana azad û di vê oxirê de bi fedayîtî têkoşîn bi şoreşgeriya Kemal Pîr hatiye meyandin. Heta ku ev şoreşgerê mezin neyê bibîranîn, neyê bibîrxistin gelo rastiya kurd a roja îro ew dê were fêmkirin? Gelê Kurd heta ku xwe ji van şoreşgerên re deyndar nebîne gelo dikare xwe û rastiya xwe pênase bike?”
‘KARER Û KEMAL PÎR PIRA JIYANA HEVPAR YA GELÊN TIRKIYEYÊ NE’
Bayik aşkera kir ku, Heqî Karer û Kemal pîr pirên jiyana hevpar yên dinavbera gelên Tirkiyeyê de ne û diyarkir ku, daxwaza jiyanekî hevpar ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi gelên Tirkiyeyê re jî girêdana bibîranînên van hevrêyane û wiha got: “Şehadeta Heqî Karer bûye hinceta damezrandina PKK’ê. Ya ku PKK afirand ev şehadet, ruh û nasnemaya vê şahedatê ye. Hamleya gerîlayan a 15’ê Tebaxê jî berxwedêriya zindanan a di şexsê Kemal Pîr de şênber bûye pêş xist. Ji vî alî ve di Têkoşîna Gelê Kurdistanê ya çil salan de divê her tim û her wext ev şoreşgerên mezin ên tirkiyeyî werin bibîranîn. Divê ev hişmendî bi gelên Tirkiyeyê re bibe pira jiyana hevpar a gelan. Daxwaza Rêberê Gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyî re jiyaneke hevpar were jiyîn û di polîtîkayên xwe yên ji bo pêşxistina vê daxwazê bandora girêdana wî ya bi bîranîna van hevriyên wî re heye. Gotina Denîz Gezmîş a diçû sêdarê ji bo biratiya gelên tirk û kurd bi kar anî jî kevirê bingehîn ê jiyana azad û wekheve. Ji bo wê jî peyama Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de da jî bingeheke wê ya wiha dîrokî heye.”
MEŞA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ
Bayik di çarçoveya vekişînê de li ser meşa çareseriya demokratîk ya gêrîlayên HPG’ê jî û anî ziman ku, ew ked û xwîna tevayî şehîdane. Bayik destnîşan kir ku, “Di meşa gerîlan a çareseriya demokratîk û demokratîkirina Tirkiyeyê de di serî de ked û xwîna Heqî, Kemal, Hayrî, Mazlum, Karasungur, Halîl Çavgun, Ferhat Kurtay, fermandarê mezin Egîd, Şehît Mizgîn, Zîlan û Nuda Karker her wiha bi hezaran şehîdên din heye. Bêgûman şoreşgerên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî kedeke mezin dane vê meşa çareseriyê. Ji bo wê jî divê ev meş wekî meşeke aliyekê neyê dîtin. Her wiha gelê kurd û gelê tirk jî vê meşê wekî meşa azadî û demokrasiyê dibînin. Ji ber wê ye ku ev meş îro di rojeva Tirkiyeyê de rûniştiye.”
Bayik di dawiya nivîsandina xwe de diyarkir ku, “Em careke din van şehîdên ku azadiya gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê nêz kirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bawer dikin ku dê meşa çareseriya demokratîk ya gerîlayan hêviyên van şehîdan pêk bîne. Ev pêvajo dest pê kiriye; bes ku em di xeta şehîdan de bibin perçeyekî vê riya azadiyê.”