Baydemîr çû serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem

Baydemîr çû serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem

Şaradarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmur) ziyaret kir.

Şaradarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ziyaret kir. Şaredarê Amedê Osman Baydemîr di despêka ziyareta xwe de Saziya Malbatên Şehîdan ziyaret kir. Baydemîr diyar kir ku, gelek bedelên mezin di vê oxirê de hatine dayîn ji bo ev ked vala dernekev divê hemû kes xwedî li bedelan derbikeve. Baydemîr, anî ziman ku wî silavê gelê Amedê ji gelê wargehê re anî û dê wekîliya silavên gelê wargehê ji bo gelê Amedê re bike.

Baydemîr û heyeta pê re pişt re Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ziyaret kirin. Baydemîr li wir jî axivî û anî ziman ku di nava van zor û zehmetiyan de gelê ku li vir dijî jiyanek nû daye avakirin. Baydemîr, da zanîn ku ev ne tiştek wisa hêsane û xizmetên ku li vir tên dayîn pir pîroz in. Şarederê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Ehmet Ozer jî ji ber ziyareta Baydemîr sipasî û kêfxweşiya xwe anî ziman. Baydemîr piştî axaftinê pirtûka li ser jiyana hunermend Aram Tigran hate amadekirin diyarî Hevserokê wargehê Ehmet Ozer kir. Baydemîr pirtûka li ser jiyana hunermend Eyşe Şan hat amadekirin jî diyarî Hevseroka Şaredariya Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Şaristan Durmaz kir. Hevserokên Wargeha Penaber jî Plaketa Wargeha Penaberan diyarî Osman Baydemîr kir. Baydemîr û Ozer her du şaredarî weke şaredariyên destebira îlan kirin.

Piştî Baydemîr hevdîtinên xwe li wargehê bi dawî kir vegeriya Hewlêrê.