Bav û keça xwe di bendava Mihabatê de xeniqîn

Bav û keça xwe di bendava Mihabatê de xeniqîn

Li bajarê Mahabad yê Rojhilatê Kurdistanê dema ku keç û bav di bendava Mahabadê de melevanî di kirin, bin av bûn û xeniqîn.

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketîn, keçek temen 12 salî û bavê wê 55 yên xelkê bajarê Mahabada Rojhilatê Kurdistanê dema li gel malbata xwe ji bo geştê çûn li ber bendava Mahabadê û bi mebesta melevaniyê keç û bav xwe avêtin bendavê di bin avê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî çend demjimêran tîmên rizgarker lêgerîn pêkanîn û termên keç û bav di nav avê de derxistin û radestî malbata wan kirin.

Hate ragihandin ku, ev ne cara yekeme ku li bajarê Mahabadê bûyerên wiha rû didin. Heya niha bi dehan kesan  di nava vê avê de jiyana xwe ji dest dane. Lê rexmê vê ji heya niha tu hewil dan jibo çareserî ya wê ne dane.

Hêjayî gotinê ye ku, di nava van çend rojên burî de di nava ava Bendava Mahabadê de 5 kes xeniqîne.