Banga ji bo "Konferansa Aştî û Demokasiya Gelan" a li Belçîka

Banga ji bo "Konferansa Aştî û Demokasiya Gelan" a li Belçîka

Ji bo "Konferansa Aştî û Demokasiya Gelan" ku wêd i 29-30 Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin, 42 partiyên siyasî, rêxistin, komele û şexiyetên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê, banga tevlêbûn û piştgiriyê kirin.

Yek ji çar konferansên ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê di 29-30'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê bê lidarxistin. 42 partiyên siyasî, rêxistin, komele û şexiyetên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê ji bo amadekariyên konferansê li Brukselê hatin cem hev û bi bangawaziyê dest bi xebatên konferansê kirin.

Bangdar dixwazin di konferansê de hemû rengên gel û baweriyan ên li Anatolî û Mezopotamyayê xwe nîşan bidin û banga "Ji bo jiyaneke azad, bi hev re û wekheviya nasnameyan, em di konferansê de li hev kom bibin" kirin.

Di bangawaziyê de weha hat gotin, "Di vê pêvajoya dîrokî ya em tê de derbas dibin, ji bo avakirina aştî û pêşerojeke azad firsendeke girîng bi dest ketiye. Daxwaza herkesî ew e ku ev pêvajo bi demokrasiyeke mayînde bi encam bibe. Lewma em bang li herkesî dikin, ku qewm, ol, ziman, çand, çîn û nasnameya zayendî çi dibe bila bibe, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê dijîn, yek ji dînamîkên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Pêkhatina konferanseke aştî û demokrasiyê ya li Ewrûpayê, ji bo gelên me yên li vê derê dijîn, firsendeke dîrokî ye. Em weke kesên mora me li binê vê metnê heye, bi awayekî fermî dest bi amadekariyên Konferansa Aştî û Demokrasiya Gelan a 29-30'ê Hezîranê li paytexta Belçîka Brukselê, dikin. Ji b avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a li welatê me, ji bo yekitî û piştgirtina demokratîk a gelên me yên li Ewrûpayê, ev konferans xwedî mîsyoneke dîrokî ye.

Nasnameyên kevnare yên Mezopotamya û Anatoliyê yên li Ewrûpayê dijîn; Kurd, Tirk, Ermenî, Rûm, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ereb, Roman û hemû baweriyên bindest; Elewî, Êzidî, Xiristityan, Cihû, derdorên Îslamî, hemû hêzên demokrasiyê û vîna gelên bindest, bang li hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin Konferansa Aştî û Demokrasiya Gelan û em li konferansê li hev kom bibin."

Bangdar:

Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanya YEK-KOM
Komeleya Mafên Mirovan a Elmanya-Tirkiye
Federasyona Asûrî-Suryanî ya Elmanya û Ewrûpa Navîn
Meclîsa Aştiyê ya Ewrûpa
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewrûpayê
Konfederasyona Penaberên Bindest li Ewrûpayê (AVEG-KON)
Komeleya Dep'iyan a li Ewrûpayê
Komeleya Karerli'yan a li Ewrûpayê
Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewrûpayê (KON-KURD)
Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê
Platforma Sirgunan a Ewrûpayê
Komeleya Çerkezan
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)
Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk
Ermeniyên Dêrsimî
Proleterya Şoreşger (Cîhana bê jiyîn)
Yekitiya Akademîsyenên Êzidî
Federasyona Komeleyên Êzidî
Meclîsa Aştiyê ya Swêdê
Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê
Partiya Îslamî ya Kurdistanê
Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Înstîtuya Kurd
Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk - Stockholm
Komeleya Parastina Çand û Zimanê Laz (LAGEBURA)
Partiya Demokrasî û Azadiyan
Federasyona Ewrûpa ya Yewnanên Pontûsî
Yekitiya Jinên Sosyalîst
Partiya Rizgariye ya Jinûve avakirina Sosyalîst
Parêzer Mahmût Şakar (MAF-DAD)
Derwêş Ferho (Înstîtuya Kurd li Brukselê)
Dogan Ozlguden-Încî Tûgsaval (Rojnamevan)
Gunay Aslan (Rojnamevan-Nivîskar)
Î. Metîn Ayçîçek (Rojnamevan-Nivîskar)
Mûrat Çakir (Rojnamevan-Nivîskar)
Mûstafa Ayranci (Yekitiya Karkerên Tirkiyê li Holanda)
Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re
Remzî Kartal (Serokê KONGRA-GEL)
Teslîm Tore (Siyasetmedar)
Zeynel Ozen (Siyasetmedar)
Zubeyîr Aydar (Endamê Konseya Rêvebe a KCK'ê)

Ji bo têkilîdanînê:
e-mail: [email protected]