Bandora giran a germahiya global wê li Elmanyayê bibe
Bandora germahiya global her diçe li Elmanyayê zêde dibe. Raporek ji aliyê hikûmeta Federal ve hat amadekirin û hişyarî kir ku wê xebatên çandiniyê zerarê bibînin.
Bandora germahiya global her diçe li Elmanyayê zêde dibe. Raporek ji aliyê hikûmeta Federal ve hat amadekirin û hişyarî kir ku wê xebatên çandiniyê zerarê bibînin.
Bandora germahiya global her diçe li Elmanyayê zêde dibe. Raporek ji aliyê hikûmeta Federal ve hat amadekirin û hişyarî kir ku wê xebatên çandiniyê zerarê bibînin û gelek nexweşiyên tropîk jî têde, wê li Elmanyayê gelek nexweş bên dîtin.
Rapora Şopandina Guherîna Avhewayî ya ku ji aliyê Hikûmeta Federal ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku li Elmanyayê di 60 salên dawî de germahiya hewayî bi awayekî cidî zêde dibe. Rapora ku bi piştgiriya gelek saziyên zanistî, wezaret û enstîtuyan hatiye amadekirin, ji 260 rûpelî pêk tê. Di raporê de li ser bandora guherîna avhewayê ya li ser tenduristiya mirovan, hewcedariya av û enerjiyê û aboriya Elmanyayê hat lêkolînkirin.
Li gorî raporê di 1951’ê de li Elmanyayê tenê 3 roj di ser 30 dereceyî de, derbasî qeydan bûne. Lê sala bûhrî hejmara rojên germ derket 8’an.
DIVÊ JI GELEK GUHERÎNAN RE AMADE BIN
Pisporên îmze avêtin raporê, diyar dikin ku bandora civakî, polîtîk û aborî li ser zêdebûna germahiyê heye. Pisporan got divê welatên din jî ji guherînên avhewayê re xwe amade bikin. Hat diyarkirin ku Elmanya jî têde hemû mirovên extiyar ên Ewropaya Navîn wê bi nexweşiyên nû bikevin û cureyê nebatên nû derkevin holê.
Ligel vê li gelek herêmên başûrê Elmanyayê wê cureyên mêşan zêde bibin. Di raporê de hat gotin ku li Elmanyayê germahiya zêde ya demên dawî, şilî û ba bandorek mezin li ser kalîteya hilberînên çandiniyê jî kiriye. Ji ber têr av nîne, hilberîna santralên nukleerê jî daxistine.
Di raporê de hişyarî hat kirin ku divê bi taybet pêşî li mirinên kesên extiyar bên girtin. Pêşniyareke din jî ev e ku ji bo pêşî li lehiyan bê girtin eyalet û komun bila projeyên xwe yên binesaziyê de bikin.