Baluken: Gelê kurd dixwaze xwe birêve bibe

Baluken: Gelê kurd dixwaze xwe birêve bibe

Wekîlê serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku Tirkiyey gelek çavkaniyên xw eyên enerjî û petrolê ji bajarên kurdan digirin û gelê kurd xizan dihêle. Baluken wiha got: “Ev hevsengî ancax gel xwe bi xwe rêve bibe dê çareser bibe.  Gel di vê pêvajoya çareseriyê de jî AKP’ê pir samîmî nabîne û Ocalan jî bawere.

Gerên Navenda BDP’ê ya Giştî a bi dirûşmeya ‘Rizgariya demokratîk, jiyana azad’ didome.  Bi gel re tên cem hev û nîqaşan didomînin. Parlamenterê BDp’ê û wekîlê serokê koma BDP’ê Îdrîs Baluken  tevli civînên Karakoçan, Çewlîk, Bedlîs, Muş û navçe û gundê wan bû.

Baluken nîqaşên di civînanan derketine pêş ji ANF’ê re vegot.

Baluken da zanîn gel bi coşek mezin ew pêşwazî kirine û got: “Ev çoşa gel ji bo pêvajoyê ye. Coşeke hestretê ye.  Her cihê em çûnê, yên ku alîgirin partiyên din bûn hatin cem me, jib o aştiyê  spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Ocalan û BDP’ê kirin. Baweriya xwe ya bi Ocalan û tevgera kurd anîn ziman.

Baluken da zanîn ku ji ber polîtÎkayên înkar û zextên yên dewleta tirk bêbawerî jî heye û got: “Her kesê me hevdîtin pê re kir, ji me re fikarên xwe vegotin.  Her kesî got bi vê dewletê re lîstik pirin. Lê gelê kurd ligel hemû zext û zordariya heta îro têkoşîn dane û baweriya xwe ya bi Ocalan, gel û tevgera kurd tînin ziman.

GEL ROLA KU DIKEVE SER MILÊ WAN DIZANE

Baluken wiha pê de çû: “Di serdanên me de fikara gel hebû. Li ser van civînên me hinekî gel zelal dibe. Di civînan de em bi taybet li ser fê koletiya li ser kurdan a bi sedsalane didome û li her çar parçeyên Kurdistanê Înkar û asîmÎlasyona didome, dê bi saya gelê kurd çareser bibe. Ev rupela nû dê bi berxwedan û bedelên gelê kurd bê qezenc kirin. Niha asta ku gelê kurd lê ye, tê wateya ku heta hebûna gelê kurd neyê qebûlkirin ev pêvajo jî nayê meşandin. Di dema pêş de her tişt ji nûve tê dîzaynkirin. Ewil qezencên Başûr û piştre jî yên Rojava û berxwedanên li Bakûr xwe daye qebûlkirin.”

AKP NEÇAR MAYE

Baluken destnîşan kir ku gel dizan ku AKP li pey dengan e lêb i hêza xwe jî bawere û got: “Gelê me ku gel û hikûmetê baweriya wê tune, di civînan de her tim behs kirin. Gel dizane ku AKP’ê ji bo çareseriyê neçar maye.”

XIZANÎ DÊ XWE BI XWE RÊVEBERIYÊ DÊ ÇARESER BIBE

Baluken di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di cînan de şert û mercên xizaniyê yê gelê kurd hat nîqaşkirin. Li erdnîgariya kurdan di gelek qadî de pirsgirêk hene. Gelê me dixwaze der barê çareseriya van de proje bê afirandin. Me ev hemû wek nîşe girtin. Em vê jî ji gelê xwe re dibêjin. Heta ku pergal neguhere, dê çareseriyên mayîn de pêk neyên. Divê pergaleke ku gel xwe bi xwe xwe rêve bibe bê avakirin.”

TIRKIYE JI KURDANÊ FÊDEYÊ DIGIRE LÊ…

Baluken wiha got: “Me di cîvînan de mînaka Başûrê Kurdistanê jî da. Li Bakûrê Kurdistanê xwedî dewlemendiya herîm ezin a cîhanê, gelê wê xizan hatiye hiştin.  Çavkaniyên Kurdistanê bo xwe bikartînin. Dema ku kurdan li wir xwe bi rêve birin, statu bidestxistin dê pirsgirêkên wan yên aborî, çandî û civakî baş bibin.”