Balafirên DYA bi deh hezaran belavok avêtin Reqqa
Balafirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi deh hezaran belavok avêtin Sûriyeyê. Hat ragihandin armanc ev e ku kesên dixwazin tevlî DAIŞ bibin ji biryara dane sar bikin.

Di belavokan de wêneyên kesên ku dixwazin tevlî DAIŞ bibin bi awayekî di rêzê de ber bi makîneya cengekirina goşt ve tên kaşkirin hene.
Ev belavokên ku parçeyek ji şerê psîkolojîk e ji aliyê, "Mîlîtary Information Support Operations' (Miso) ve hatine amadekirin. Tê ragihandin armanc ev e ku şêwazê fikra li qada şer biguhere.
Li gor daxuyaniya Pentagon balafirên F-15 16’ê Adarê li başûrêrojavayê Reqqa ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de 60 belavok hatine avêtin.
Berdevkê Pentagon got, "Peyama vê belavokê, 'eger hûn destûr bidin ji aliyê DAIŞ’ê ve werin perwerdekirin, hûn ê xwe di makîneya cengekirina goşt de bibînin.’”
Berdevk got, "Ev ji bo tenduristiyê nebaş e” û diyar kir ku bi qasî dizane ji dema meha Îlonê ya koalîsyonê bombardûman destpê kiriye cara yekemîn e belavok belav kirine.