Bahreynê vîzeya Katariyan rawestand
Kraliyeta Bahreynê bi berdewamiya krîza li Kendavê, ku ev salak e didome, vîzeya ku dida Katariyan rawestand.
Kraliyeta Bahreynê bi berdewamiya krîza li Kendavê, ku ev salak e didome, vîzeya ku dida Katariyan rawestand.
Kralîyeta Bahreynê bi çarçoweya biryara 5'ê Hezîrana 2017'an a qutkirina têkiliyên xwe yên bi Katarê re ragihand ku nema vîzeyê didine welatiyên Katarê.
Wezareta Karên Hundir ev biryar di ajansa fermî ya nûçeyan BNA'yê de ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ev biryar encama, "Wan çalakiyên berpirs e ku rayedarên Katarî mafên welatên cîran an jî rêgezên navneteweyî nadin ber çavan."
Wezareta Karên Hundir a Bahreynê diyar kir ku xwendekarên Katarî û yên ku vîzeyên wê hê jî derbasdar in, ne di nava vê tevdîrê de ne.
Siûd, Bahreyn, Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî û Misir ev ji salekê zêdetir e têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Katarê re birîne. Katar bi desteka ji bo komên radîkal ên Îslamî û Îranê tê sûcdarkirin. Ev çar dewlet ambargoyê li ser Katarê datînin. Katar sûcdariyan re dike û dibêje, tê xwestin ku polîtîkaya wê ya derve bixin nîrê xwe.