Bahoza ji 6 saniyeyan li Meksîkayê rê li ber bîlançoyeke giran vekir

Hat ragihandin, ku li Meksîkayê ji ber bahozê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û xisareke mezin a madî rû daye.

Hat ragihandin, ku li Meksîkayê ji ber bahozê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û xisareke mezin a madî rû daye.

Bahoza li Cîûadad Acûna ya li eyaleta Coahuila ya li bakurrojhilatê welêt rabû û bi tenê çend saniyeyan dewam kir, rê li ber windahiyên mezin vekir. Endamê Hikûmeta Eyaleta Coahûîla Mîlenîo Vîctor Zamora diyar kir ku di encama bahozê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Zamora da zanîn ku ji mirovên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 3 jê zarok in.

Li gorî agahiyan, ji ber bahozê herî kêm 230 kes birîndar bûne û 90 ji van rakirine nexweşxaneyê.

Bahoza li Cîûdad Acûna bi tenê 6 saniyeyan dewam kir û zerar li zêdeyî hezar malî kir.

Li gorî agahiyên ji rayedarên federal ên Meksîkayî hatin wergirtin, leza bahozê ya li herêmê di navbera 270-300 kîlometre saetê de bû.