Ayna: Pirsgirêka Kurd em in, em li vir in

Ayna: Pirsgirêka Kurd em in, em li vir in

Parlamentera BDP'ê ya Amedê di vekirina Parka Baglarê de pêvajoya dawî ya siyasî nirxand û got, "Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka PKK ye, ne pirsgirêka gerîla ye. Pirsgirêka Kurd bi vekişîna gerîla re çareser nabe. Pirsgirêka Kurd em in, em jî li vir in."

Şaredariya Baglar a Amedê, di çarçoveya Projeya Hewldana Kesk de Parka Baglarê vekir. Di merasima vekirina parkê de li gel Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut, endam û rêveberên BDP'ê yên bajar û naçeyan, Şaredarên navçeyên Amedê û bi sedan kes amade bûn. Vekirina parkê bi merasîma deqeyek rêzgirtinê destpê kir û dûre Şaredara Baglarê Yuksel Baran axivî. Yuksel, der heqê xebat û xizmetên xwe yên di nava çar salan de li gel zexta siyasî û tinebûna derfetan, yek bi yek anî ziman û ji hemû kedkarên di van xizmetan de keda wan derbas bûye re spas kir.

Li dû axaftina Baran, Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrutpeivî û ba lkişand ser xebatên Şaredariya Baglarê yên ji bo jin û ciwanan. Zumrut da xuyakirin ku bi pêvajoya çareseriyê ya bi Newrozê re destpê kir, we gelê Kurd heta aadiya ziman, çand û aboriya xwe tê bikoşe û baweriya gelê Kurd a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam e.

Zumrut hilbijartinên 1'ê Hezîranê yên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê jî bibîr xist û bang li gel kir ku li dora Lîsteya Şîn li hev kom bibe.

AYNA: PIRSGIRÊKA KURD BI VEKIŞÎNA PKK'Ê ÇARESER NABE

Parlamanetera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna jî di axaftina xwe ya li vê derê de girîngiya pêvajoya çareseriyê destnîşan kir û got, "Faşîst û nijadperestên li Tirkiyê naxwazin maf û nasnameya Kurdan bê naskirin. Lê gelê Kurd heta roja îro xwedî li nasname û zimanê xwe derketiye û wê ji niha û pê ve jî lê xwedî derkeve."

Ayna der heqê gotûbêjên ku ji danûstandinên Ocalan bi dewletê re dibêjin bazarî tê kirin ev bersiv da; "Em baş dizanin, Rêber Apo nasname û zimanê gelê xwe nake mijara bazariyê. Tişta li maseya danûstandinan tê axaftin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka PKK ye, ne pirsgirêka gerîla ye. Pirsgirêka Kurd bi vekişîna gerîla re çareser nabe. Pirsgirêka Kurd em in, em jî li vir in. Li gel biryara bi rîst a Ocalan û KCK'ê û vekişîna gerîla, eger di qonaxa duyemîn de nasname û zimanê gelê Kurd bi qanûnan neyê ewlekirin û pêşî li tevlêbûna gerîla li qada siyasetê neyê vekirin, vê carê ne gerîla, emê bersivê didin we."
Ayna her weha destnîşan kir, ku eger mafê perwerdeya zimanê dayikê neyê dayîn ewê zarokên xwe neşînin dibistanan.

Piştî axaftinan, merasîma vekirinê bi pêşandana avê û fîşekên hewayî pêk hat. Her weha Bilind Îbrahîm û Ozlem Ozdîl jî konser dan.