Ayhan: Helwesta Tirkiyeyê ya li ser Kobanê astengiya pêvajoyê ye
Ayhan: Helwesta Tirkiyeyê ya li ser Kobanê astengiya pêvajoyê ye
Ayhan: Helwesta Tirkiyeyê ya li ser Kobanê astengiya pêvajoyê ye
Parlamenterê HDP'ê Riha yê Îbrahîm Ayhan li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, piştgiriya Dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan û berxwedana Kobanê ve axivî û destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ji aliyekî derbeyek mezin li pêvajoyê jî dixe û komploya li dar dixin. Ayhan da zanîn ku ger hikûmet di derbarê van mijaran de tişkekî nebêjin berpirsyar Hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyeyê ye û wiha got: "Ev êrîşên çeteyan ne tenê li Kobanê ye. Her wiha li Rojhilatanavîn e. Azadiya Rojhilatanavîn di azadiya Kobanê de derbas dibe. Ev Rojhilata navîn û Tirkiyeyê jî cidî tehdît dike û divê Tirkiye veya baş bibîn e û helwesta xwe biguherîne."
Parlamenterê HDP'ê Riha yê Îbrahîm Ayhan li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, piştgiriya Dewleta Tirkiyeyê dide çeteyan û berxwedana Kobanê nirxandinên xwe anî ziman. Ayhan diyar kir ku ev nêzî 3 mehan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser Kantona Kobanê didome û bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîş herî zêde bû ye. Ayhan da zanîn ku sivîlên li Kobanê de di bin xetere ya komkijiyên de ne û wiha got: "Êrîşên çeteyên her derban dixwin xwe dikin bombeyan zindî û xwe diteqînin. Ji ber vê yekê gelên sivîl bi komkujîyekê re rû bi rû man in. Em jî wek Kurdên bakur ji bo van çeteyên dijî mirovatiyên em nobetê digrin û em her tim li cem Kobanê ye. Ev wahşet û hovtiya wan çeteyan bi taybetî îro sê çar roj gihişt asta herî jor. Her kes jî zanin di rola Tirkiye jî di vî şerî de pir mezin e û bi belge û dîmenan jî hat ispatkirin. Di serî de Tirkiye di têkiliyêkê de ye her tim bi hevdu re di nav tevgerekê de ne."
'GELO EV ÇETE ÇAWA XAKA TIRKIYE EWQAS REHET BI KAR TÎNIN?'
Ayhan 4 roj berê ku maşîneyên çeteyan di nav xaka Tirkiye û li ber çavên leşkeran bi awayekî koordîneyî derbasî Kobanê bûn, bibîr xist û got ku ev ne tiştekî ji rêzê ye. Ayhan bi lêv kir ku ger Tirkiyê dest ji vê helwesta xwe bernede wê rewşa wê jî têkeve xetereyê û wiha pêde çû: "Gelo ev çete çawa xaka Tirkiye ewqas rehet bikar dînin? Ji bo çi Tirkiye bi wan re deynake û dihêle ev çete biçin wan mirovên bê guneh bikujin? Dema zarokekî ji Rojava tê wan gulebaran dikin. Ev ferasetek qirêj e. Heke ji vê qirêjtiya xwe venegerin wê dawiya wan jî bê. Divê Tirkiye li ser vê mijarê tiştekî bêje û demildest vê miijarê ronî bikin."
'YÊN HEMBÊZ LI VAN ÇETEYÊN VEDIKIN HER WIHA SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKIN'
Ayhan destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê ji aliyekî derbeyek mezin li pêvajoyê jî dixe û kompleyek tê lidarxistin. Ayhan da zanîn ku ger hikûmet di der barê van mijaran de tişkekî nebêje berpirsyar Hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: "Wek tê zanîn ku Tirkiye endamê koalîsyonê ye jî. Ez bi şandeya Kantona Kobanê ve axivîm û wan jî nerazîbûnên xwe yên li hember helwesta Tirkiye anî ziman û li ber vê helwestê matmayî mane û gotin ku ew naxwazin bi Tirkiye re hemberî hev bisekinin. Ji bo çi Tirkiye dijminatiyê bi wan re dike. Pirsûs çi be Kobanê jî ew e. Êrîşa li Kobanê pêk bê wek li hemû deverên Kurdistanê hatiye. Ev êrîşên çeteyên ne êrîşî Kobanê tenê ye, êrîşî mirovahiyê ye. Yên hembêz li van çeteyên vedikin her wiha sûcê mirovahiyê dikin. AKP niha di vê pozîsyonê de ye."
'TIRKIYE JÎ JI BO VÊ BERXWEDAN Ê BIŞKÎNE HER TIŞTÎ DIKE'
Ayhan bi lêv kir ku li gel hemû êrîşan û namerdan berxwedana Kobanê ya bêhempa didome û hemû gelên dinê jî ji vê berwedana re haydar in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes li ber vê berxwedana bêhempa serî ditewîne, lê mixabin Tirkiye jî ji bo vê berxwedanê bişkîne her tiştî dike. Bi vî awayî pêvajo jî nameşe û aştî jî nayê. Em gelê Kurd van tiştan ji bîr nakin. Em her tim azadî û aştiyê hêvî dikin û dixwazin. Yên hemberî van jî me her tim têkoşîn daye û em didin jî. Ev êrîşên çeteyan ne tenê li Kobanê ye. Her wiha li Rojhilata Navîn e. Azadiya Rojhilata Navîn di azadiya Kobanê de derbas dibe. Ev Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî cidî tehdît dike û divê Tirkiye ve baş bibîne û helwesta xwe biguherîne.
(kom/