Ayhan: Ewlehiya canê gundiyên Pirsûsê nîne
Ayhan: Ewlehiya canê gundiyên Pirsûsê nîne
Ayhan: Ewlehiya canê gundiyên Pirsûsê nîne
Parlamenterê HDP’ê Îbrahim Ayhan, got ku leşkerên Tirk ên mudaxeleyî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê nakin, dixwazin şervanên YPG’ê ji derî vekişin û got, “DAIŞ li vî aliyê sînor bi cih bûye. Divê dewlet mudaxele bike yan na ewlekariya canê tevayî gundiyên Pirsûsê di bi tehlûkeyê de ye.”
Di şer û pevçûnên piştî çeteyên DAIŞ ji ser axa Tirkiyeyê re li hember Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bi wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin, şervanên YPG/YPJ’ê bi berxwedaneke mezin çete paşde xistin.
Çeteyên ku ji ofîsa genim a li aliyê Tirkiyeyê de bi cih bibûn êrîş kirin, ku hatin paşdexistin hin ji wan di ofîsa genim de xwe veşartin û hin ji wan jî ber bi eniya rojava ve reviyan.
Piştî ku dinya tarî bû, li hember deriyê sînor careke din êrîş pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Riha Îbrahîm Bînîcî, li ser hesinê trênê bû şahidê êrîşên çeteyên DAIŞ. Ayhan têkildarî mijarê wiha got, “Piştî ji çeteyên DAIŞ’ê ji ser Tirkiyeyê ve êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî pêk anî, Kantona Kobanê li cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê girtin. Li ser vê rayedarên Tirk xwestin, YPG qadê vala bike. Di hevdîtina ku me pêk anî, hat ragihandin ku heta çeteyên DAIŞ bên paqijkirin wê tedbîrên ewlekariyê bên girtin. Dema me hevdîtin pêk dianî em rastî gulebarana çeteyên DAIŞ ên di Ofîsa Mahsûlên Erdê (TMO) de bi cih bûne hatin. Çeteyên DAIŞ niha derbasî aliyê din ê sînor bûne. Êrîşên wan bi çavan tên dîtin. Rayedarên dewletê divê destpêkê li cihê ku bi hezaran leşker bi cih bûne, çeteyên DAIŞ ji wir paqij bikin. Niha ewlekariya tevayî welatiyên li gundên Pirsûsê di tehlûkeyê de ye.”