Ayhan: Em ji hikûmet û Fermandariya giştî daxuyaniyê dipên
Ayhan: Em ji hikûmet û Fermandariya giştî daxuyaniyê dipên
Ayhan: Em ji hikûmet û Fermandariya giştî daxuyaniyê dipên
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku ew ji hikûmeta AKP’ê û Serfermandariya Giştî daxuyaniyê dipên. Ayhan diyar kir ku Walî Îzzetîn Kuçuk êrîşên ji Tirkiyeyê hatine piştrast kiriye û got: “Çete axa Tirkiyeyê diparêze û ev rewşek bi xof e. Divê êrîşên li vir bi awayekî cidî bên dest girtin."
Wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê di saetên sibê de ji deriyê Sînor yê Murşîtpinarê ket Kobanê û hat teqandin. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê ji TMO’ya ku li deriyê sînor bû êrîşî Kobanê kirin. Piştî êrîşan pevçûnan destpê kir û parlamanterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan bi Walî Îzzetîn Kuçuk re hevdîtin kir û bûyer teyît kir. Ayhan der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hikûmet di vê mijarê de daxuyaniyek bide û helwesta xwe bi awayekî zelal deyne holê.
Ayhan got: “Ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê çeteyan bi çekên giran êrîş pêk anîn. Ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên. Min li ser vê bi Walî û Qeymeqam re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de wan jî ev rewş teyît kirin. Hêzên Kobanê jî li dijî van êrîşan ji bo ku xwe biparêzin dest bi pevçûnan kirin û hê didomin.
PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ HAT PIŞTRASTKIRIN
Ayhan bi lêv kir ku îdîayên der barê piştgirî û alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê bi van bûyerên ku sibehê destpê kirin re hatin piştrastkirin. Ayhan wiha pêde çû: “Der barê vê de îdîayên cidî hebûn. Êrîşên vê sibehê ev teyît kirin. Di vê mijarê de em ji hikûmet fermandariya giştî daxuyaniyek dipên."
Ayhan destnîşan kir ku Tirkiyeyê der barê ku li gorî rêbazên angajman tevdigerin de daxuyaniyek nedaye û got: “Bi taybet jî li dijî bikaranîna axên Tirkiyeyê ya bi vî awayî pêngavên divê bên avêtin hene, li gorî rêbazên angajman divê tevbigerin. Gelo rêbazên angajman hatin pêkanîn? Pêngavek hat avêtin? Em di vê mijarê de daxuyaniyek dixwazin. Çeteyên DAIŞ’ê serbest tevdigerin û axa Tirkiyeyê bikar tînin. Divê em mijar bi awayekî cidî bê destgirtin.”
ENQERE JÎ DI BIN TEHDÎDÊ YE
Ayhan got ku Pirsûs û Riha di bin tehdîdek mezin de ne û got: “Di vê rewşê de Enqere jî di bin tehdîdê de ye. Pirsûs, Riha, Amed, Hatay û Enqere jî di bin tehdîdê ye. Di tabloyek wisa de li Tirkiyeyê huzur jiyanek bêdeng ne mimkun e. Di vê mijarê de divê hem gav bên avêtin û hem jî daxuyanî bên dayîn.”