Aydin Erdem li Çewlikê hat bîranîn

Aydin Erdem li Çewlikê hat bîranîn

Xwendekarên Zanîngeha Çewlikê Aydin Erdem ê di 2009'an de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bibîr anîn.

Xwendekarên li Zanîngeha Çewlikê dixwînin ên şoreşger û welatparêz li zanîngehê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê, xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê di 2009'an de ji aliyê polîsan ve li Amedê hate qetilkirin bibîr anîn. Di meşa ku li zanîngehê hate kirin de dowizên "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin" "Şehîd namirin" "Polîs dikuje dewlet diporêze" hatin vekirin û dirûşmên "Têkoşîn, berxwedan, rêya me rêya şehidan e" "Em hemû Aydin Erdem in" hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku dewlet li dijî ciwanên zanîngehê tenê polîtîkayên pêkûtiyê bes nabîne û zanîngehên ku ji bo xwendekaran bûne qadên tehdîdê di bin dorpêça polîsan de ye. Di daxuyaniya hate dayîn de ev tişt hatin gotin: "Di salvegera qetilkirina Aydin Erdem de wekî her sal îsal jî wê bibe qîrina li dijî pêkûtiyên li hemberî ciwanan. Em wekî ciwanên rêxistinkirî ji bo hevkariya polîs û rêveberiyê ji holê rakin têkoşîna xwe bi bîryarî bidomînin."