Awûstûralya bi îdîa 'bi mesref e' wargehên Aborjînan radike

Hikûmeta Awûstûralyayê, bi biryar e ku Aborjînan ên dixwazin dîroka xwe ya 40 hezar salî biparêzin, ji cih û warên wan bike.

Hikûmeta Awûstûralyayê, bi biryar e ku Aborjînan ên dixwazin dîroka xwe ya 40 hezar salî biparêzin, ji cih û warên wan bike. Serokwezîr Tony Abbott ku bi polîtîkayên xwe yên lîberal tê naskirin, ragihand ku wê bi qasî sed gundên Aborjînan ên li Rojavayê Awûstûralyayê bi 'hincetên aboriyê' werin girtin.

Xwecihiyên Awûstûralyayê gelê Aborjîn, ji bo jiyana xwe ya xwezayî bidomînin, li herêmên dûrî bajaran dijîn. Aborjînên li gundan dijîn, ku ji bo parastina jiyana xwezayî dewlet ji hin aliyan ve xizmetê dide, bi gelek pirsgirêkên weke bêkarî, bikaranîna zêde ya alkolê, kêmaniya dermanan re rû bi rû ne.

Serokwezîr Tony Abbott kuk ji roja destpêkê desthilatdariya xwe û vir ve îdîa dike ku mafên Aborjînan biparêze, ragihand ku gelê xwecihî wê ji gundên wan bên derxistin. Abbott îdîa kir ku xizmeta li van gundan dike barekî giran dide ser milê dewletê û diyar kir ku aboriya dewletê rê nade vê.

Li Awûstûralyaya ku 24 mîlyon nifûsa wê heye, tê texmînkirin ku hejmara Aborjînan 600 hezar e.